Bûldan: Qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye
Bûldan: Qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê de diyar kir ku qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye û wiha got: "Li dijî hişmendiya qeyûm tifaqa jinê pêwist e."

HDP: Daraza ku îktidarê ava kiriye dê di çirava wê de bixeniqin
HDP: Daraza ku îktidarê ava kiriye dê di çirava wê de bixeniqin

Rêxistinê HDP’ê têkildarî zextên darazê û tundiya li ser xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku daraza bi îktidarê ve hatiye girêdan, dê rojekê di çirava ava kiriye de bixeniqe.

Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin </br>Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye
Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin
Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku dê partiya wan di civîna 20’ê mijdarê de ji bo pêvajo nû nexşerêya xwe diyar bikin. Kubîlay derbarê hevdîtina Erdogan û Trump de jî got: “Cihê çareseriyê ne Washington e, cihê çareseriyê Kobanê ye.”

Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike
Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike

Hevserokê Giştî yê PYD’ê Şahoz Hesen, têkildarî helwesta Serokê AKP'ê û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku Erdogan dixwaze bi hişmendiya Ixwan Mislimîn careke din Osmaniyan ji nûve bi rih bike û got: "Erdogan DAIŞ’ê ji bo vê armanca xwe bikar tîne. Dixwaze bi navên nû DAIŞ’ek fermî ava bike."

Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me
Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl bertek nîşanî binaçvkirina rêveberên HDP’ê yên li Dîlokê da û got: “Yên nikarin bi siyasetê me têk bibin bi rêya polîs û darazê dixwazin me têk bibin.”

Temellî: Li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê negere, çareserî li Îmraliyê ye
Temellî: Li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê negere, çareserî li Îmraliyê ye

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin got: “Îradeya gelê kurd bi tayînkirina qeyûman tune dihesibînin. Me di 31’ê Adarê de qeyûman paqij kir û qewirand, em ê vê carê bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin û biavêjin.” Temellî ji Erdogan re got çareserî ne li Washington û Moskovayê ye, çareserî li Îmraliyê ye.

Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê
Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê

Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna li dijî qeyûman û têkçûna AKP’ê bernedin nû got: “AKP bi sepanên serwet û bêhiqûqiyê ketiya rewşa pêlîstoka DYA’yê.”

Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim
Ji Mizrakli name: Ji bo edaletê banga têkoşînê dikim

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli ji girtîgehê name şand û got: "Li holê ne bûyerek heye û ne jî şahidek heye. Hemû pergala edaletê di xizmeta yek partiyê de ye. Ez bang li raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dikim ku ji bo avakirina edelatê em têkoşîna xwe mezin bikin."

Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê
Koçyîgît: Di 4-5 mehên pêş de dê AKP bikeve pêvajoya jihevketinê

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku hikûmet dixwaze bi şer ser krîza rêveberinê û hemû pirsgirêkên welat bigire û ev tişt got: "Dê bi damezrandina partiyên ku Davûtoglû û Babacan amadekariya wan dikin AKP bikeve pêvajiya jihevketinê. Ji bo vê yekê 4-5 mehên pêş diyarker bin."

Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê
Hinceta redkirina serlêdanên meleyên ixrackirî: Lîsteya 'îxbarê' ya ji serokên AKP-MHP'ê pêk tê

Serlêdana 5 meleyên ku ji meleyên di sala 2017'an li navçeya Silopya hatin îxrackirin û di dozên ku derbarê wan de hatin vekirin de beraat kirin a ji bo Komîsyona Rewşa Awarte, ji ber gotinên 'îxbarê' yên serokên navçeyê yên AKP-MHP'ê, namzetê şaredariyê, alîkarên qeyûman miftî û hin meleyan, hat redkirin.

Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin
Tiryakî: Em dê qedera gelê xwe biguherin

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, di civîna beriya kongreya Rêxistina HDP'ê ya Êlihê de diyar kir ku dê li dijî êrîş zilmê yekîtiya gel ava bikin û wiha got: “An em dê wekî sedsala borî perçe perçe bibin, an jî em dê vê firsendê binirxînin û yekîtiyê ava bikin û qedera gelê xwe biguherînin."

Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma
Temellî: Ji para Kurdan re gule û ji para Tirkan re siyanur ma

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di kongreya asayî ya Rêxistina HDP'ê ya Rihayê de, bal kişand ser politikayên şer ên îktidarê û wiha got: 'Di encama polîtîkayên şer ên îktîdarê de ji para Kurdan re gule û ji ya Tirkan re jî sîyanur ma.

Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye
Gunay: Yê ku Kurdan li dijî şer biparêze yekîtî ye

Rêxistina HDP'ê ya Artukluyê kongreya xwe ya navçeyê pêk anî. Di kongreyê de parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, bal kişand ser girîngiya Neteweya Kurd û got: "Ya ku Kurdan ji êrîş û şer bi parêze yekîtîya Neteweyî ye."

Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin
Koçyîgît: Berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin

Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di civîna meclîsa HDK'ê ya Mêrsînê de diyar kir ku di bingeha hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê de neçareseriya pirsgirêka Kurd heye û wiha got: "Ji bo li vî welatî hemû pirsgirêk bên çareserkirin divê berî her tiştî pirgsirêka Kurd bê çareserkirin.

Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir
Arslan: CHP'ê temenê AKP'ê dirêj kir

Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, anî ziman ku bi şer bersivdayîna bangawaziya Ocalan a ji bo aştiyê wê pirsgirêkê çareser neke û ji bo CHP'ê ku tezkereya şer pesend kir got: "Temenê AKP'ê dirêj dike û di siyasetê de têk çûye."

< 203 204 205 206 207 > Rupel 205 / 291