Koçyîgît: Pêşxistina serhildanan berpirsiyartiyeke dîrokî yeOzturk: Em ê aştiyeke birûmet ava bikin
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît a di kongreya DBP’ê de axivî, diyar kir ku îro pêşxistina serhiladanên girseyî berpirsiyartiyeke dîrokiye. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, anî ziman ku ew ê binesaziya demokrasiyê ava bikin û got: “Em ê demokrasî û aştiyeke birûmet bi ser bixin.”
Sebahat Tuncel: Dem, dema destpêkirinek bi hêz e Arslan: Bi şer bersîv dan peyama Ocalan a aştiyê
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel, ji girtîgehê peyam ji 5'emîn Kongreya Asayî ya DBP'ê re şand û got: “Dem dema destpêkirineke bi hêz û nû ye." Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan, jî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Birêz Ocalan ji sala 1993'an heta niha di çareseriya demokratîk de israr dike. Herî dawî Birêz Ocalan aştî xwest, lê wan bi şer bersîv da."
Kongreya DBP’ê bi peyama ‘Yekitiya Neteweyî’ dest pê kir
5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dest pê kir. Alîkarê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Şîrîn Tûnç axaftina vekirinê ya kongreyê kir û got: “Ligel zor û zehmetiyan jî, yekitiya gelê kurd roj bi roj mezin dibe.”
Kubîlay: Wê HDP serê xwe li ber zilmê daneyne
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay bertek nîşanî binçavkirin û girtinên endam û rêveberên partiya xwe da û got: “Yên beriya Soylu jî dogitin dê partiya me biqedînin, lê xwe dixapînin. Çawa me berê serê xwe li ber zilmê netewand, em ê îro jî serê xwe li ber zilma we netewînin.”
MYK’a HDP’ê civiya
MYK HDP’ê piştî ku di 20’ê mijdarê de deklarasyona nexşerêya xwe eşkere kir cara ewil li hev civiya. Di rojeva civînê de zextên li ser HDP’ê û plansaziya pêvajoya kongreyê heye.
Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin
Rêxistina DBP'ê dê di 30'ê mijdarê de 5’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk bîne. Beriya Kongreyê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku tişta ew bikin perspektifa xwe ya bîrdozî bi rêxistin bikin û heviya gelê xwe ya jiyanek nû ya azad, wekhev û demokratîk pêk bînin.
Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin
Fatma Bostan Unsal, bal kişand ser partiyên ku dê Ahmet Davûtoglû û Alî Babacan ava bikin û got, wê ev partî di nav AKP'ê de bibe sedema veqetîneke mezin. Her wiha Unsal, got: "Heger ev her du partî nebin cihê sînerjiyekê jî wisa xuyaye wê yekûna dengê her duyan ji sedî 10 be. Gava parlementer û hilbijêr vê yekê bibînin û bibînin AKP nabe îktîdar, wê dev ji AKP'ê berdin."
Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bersîv da daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu yên der barê şaredariyên HDP'ê de û got: "Armanca sereke ewe ku vîna gel xesp bikin. Nehesibandina vîna gel û tayînkirina qeyûman a li şûna vîna Kurdan armcna dike ku rejîma nû ava bikin e."
Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir
Nûnertiya HDP’ê ji bo niqaşên pirsgirêkên li pêşiya yekîtiya netewî û çareseriya wê bi Tevgera Ban'ê re civiya. Li aliyê din rewşenbîr û kesayetên Başûrê Kurdistanê ji bo guftûgokirina heman mijarê li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê dê kom bibin.
Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin
Cîgira Hevserokên HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkirin û girtina rêveber û endamên HDP’ê da û got: “Me bi dehan car nîşanî we da ku em ê serê xwe netewînin. Em ê ji niha şûn ve jî qet netewînin.”
Temellî: Ji tifaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku êrîşên li dijî partiya wan her ku diçe zêde dibe û got: “Hûn nikarin me têk bibin. Em tu carî gavan paşve navêjin." Temellî, anî ziman ku îQtîdara AKP-MHP'ê êdî di qada siyasî û aborî de nikare welat bi rêve bibe û got: "Ji bo siyaseta Demokratîk û Tirkiyeyek demokratîk êdî hilbijartina pêşwext lazim e. Ji ber vê yekê ji îtîfaqa AKP-MHP'ê re Êdî Bes e. "
Onlu: Dixwazin deriyê HDP'a Dîlokê kîlîd bikin
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu, diyar kir ku li Dîlokê Hevserokê Partiya wan Muslum Kiliç jî di navde 25 hevalên wan hatine girtin û wiha got: "Bi vê yekê dixwazin deriyê rêxistina me ya Dîlokê kîlîd bikin. Di sucdariyê de dibêjin 'Hûn ji rêxistinê fermanê distînin' Raste rêxistina wan heye. Yên li serê vê rêxistinê jî em in. Ferman jî heye û giştîname jî heye."
Olûç: Hemin hûn ji îradeya gel natirsin, gav biavêjin
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruha Olûç bersiva îktîdarê ya da banga hilbijartina pêşwext a HDP’ê rexne kir û got: “Hemin hûn ji îradeya gel natrisin, lê gav biavêjin.”
Ozsoy: Bandora piştgiriyên zêde yên ji bo kurdan çêbibe
Cîgirê Hevserokê Giştiyê yê HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, diyar kir ku li qada navneteweyî piştgiriyeke tu demê çênebûye ji bo kurdan çêbûye û dê bandora vê yekê çêbibe.
Tifaqa AKP û MHP’ê şiband Îttîhat û Terakiyê
Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî, tifaqa AKP û MHP’ê şiband Partiya Îttîhat û Terakkî ya di sala 1915’an de fermana komkujiya Ermenî û Suryaniyan da û got: “AKP û MHP polîtîkayên wê serdemê, îro li dijî kurdan bi rêve dibin.”