Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû
HDP wê bi kampanya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ re bi hemû beşên civakê re bê gel hev û cirma qidemê, hilweşandina ekolojîk, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, pevçûn û operasyonan û pirsgirêkên li welat bi gel re nîqaş bike.
Ozsoy: PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin
Endamê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê Meclisa HDP’ê Hişyar Ozsoy, bi bîr xist ku operasynên derveyî sînor ên Tirkiyeyê dê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd û diyardeya PKK’ê nebin çar e û ev tişt got: “PKK ne li Sûriye û Iraqê li Enqereyê hat damezrandin. Çareserî di diyalogê de ye.”
Sancar: Ji bo avakirina demokrasiyê em tên cem hev
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, starta çalakiya “Bernameya Têkoşîna Demokratîk" a "Hevdîtina Demokrasiyê" da û got: “Em ji bo avakirina demokrasiyê tên cem hev.
Olûç: Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê ferz dikin
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku îqtîdar dixwaze bi pergala pir baro darazê bixe bin serweriya xwe û got: “Hiqûqa Bûrhan Kûzû li Tirkiyê tê ferzkirin. AKP edaletê li gorî xwe sererast dike.”
HDP di pêngava duyemîn de dest bi Hevdîtinên Demokrasiyê dike
HDP, dê pêngava duyemîn a Bernameya Têkoşîna Demokratik sibê li meclîsê dest pê bike. HDP ku bi Meşa Demokrasiyê ket rê, dê sibê bi “Hevdîtina Demokrasiyê" dest bi pêngava duyemîn a çalakiyan bike.
Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Êşa Sêwaz û Çorûmê hîn kêm nebûye
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê komkujiyên Sêwaz û Çorûmê de daxuyanî dan û gotin: "Ligel ku bi ser komkujiyan re evqas sal derbas bûn jî, tu caran êşa kêm nebûye."
Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
Parlamentera HDP’ê Tûlay Hatîmgûllari, faîlên Komkujiya Sêwazê bir rojeva meclisê û ev tişt got: “Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat.”
Parlamenterên HDP’ê bi cubeyên xwe bang kirin: Teklîf darbeya li dijî parastinê ye
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku teklîfa “pir-baroyan” li dijî “parastinê darbe ye” û got: “Rojeva pir baroyan ji rojevê derxistin deynê stûyê her kesî ye. Berevajî vê yekê siberojek tarî li benda me hemûyan e.”
Gergerlîoglu: Wezîr agahiyên şaş dan
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir der barê penaberên ji ser sînorê Edîrneyê derbasî Yunanistanê bûn agahiyên şaş dane û got: "Hêjmara 143 hezar penaberên ku Wezîrê Karên Hundir da, nehatiye teyîtkirin. Di rapora Komîsyonê de şerha “Sedem çi dibe bila bibe kesê li ser navê Komara Tirkiyeyê biaxive mafê wî tune agahiyên şaş bide" derbas kirin.
Oluç: Ruhê Esat Oktay zindî dikin
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser îşkencya ku bi ser malê de girtin û bi kuçikan li Rojbin Çetin kirin û got: "“Ruhê îşkencekarê Esat Oktay Yildiran êdî li Midûriyeta Polisan e. Ne tenê li midûriyeta polîsan li her derê belav bûye.
HDK xwest çalakiyên girseyî mezin bikin
HDK, encama civîna xwe aşkere kir û diyar kir ku bi sepandinên dawî faşizm li welat belav dibe. HDK'ê bang li rêxistinên demokratîk kir û xwest ji bo rê li pêş vê yekê bigirin çalakiyên girseyî mezin bikin
Paylan: Şaredariya Rezan çiqas qredî kişandiye?
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, qedandina budçeyê û destpêkirina deynan a Şaredariya Rezan bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Şaredariya Rezan gelo ji banqa û saziyên din çiqas qredî kişandiye?” Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, têkbirina budçeya salekê ya di nav 6 mehan de û bi destpêkirina deynan a Şaredarê AKP’î Huseyîn Beyoglû ku tayînî Şaredariya Rezan hatibû kirin, bi peşnûmepirsekê bir rojeva meclisê.
Ebdullah: Tirkiye bi şerê eskerî bi ser neket şerê taybet pêş dixe
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku Tirkiye hemû gelê Kurd dike armanc. Abdullah, anî ziman ku Tirkiye 36 salin li dijî Kurdan şerê eskerî dimeşîne û bi ser neketiye û ji ber vê yekê şerê taybet ê siyasî, dîplomasî, civakî û aborî dimeşîne.
Huseynî: Ji destê Tirkiyeyê bê dê oksîjenê jî li ser kurdan qut bike
Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, têkildarî êrîşên li dijî Kurdan nirxand û got: "Heke ji destê dewleta tirk bê dê oksîjenê li ser kurdan qut bike."
HDP: Tedbir neyên girtin qezayên karkeran bi dawî nabin
Komîsyona Kedê ya HDP'ê bal kişand ser karkerên demsalî yên li Konyayê qeza kirin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û got: "Eger tedbîr neyên girtin qezaya li Konyayê ne dibe ya ewil û ne jî dibe ya dawî."