HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike
Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê, wê derberê kesên di pêvajoya pandemiyê de, bêyî agahî û destûra wan kirine endamê AKP’ê de, gilî bike.
Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, derbarê xutbeya Serokê Diyanetê de ev tişt got: “Mele Alî Erbaş tenê ji weqfiyê jêgiran kir. Di xutbeyê de ziman dirêjiya li Ataturk ne mijara gotinê ye. Ji vir encama ‘ziman dirêjî Ataturk kiriye’ dernakeve.”
'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, destnîşan kir ku hêzên îxtîdarê dixwazin Tirkiyeyê di aliyê çareseriyê de bixetimînin û aktorê siyasî ku Tirkiye derxe ronahiyê û çareseriyê pêş bixe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.
AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
Parêzerên Parlamenterê HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari ji bo cezayê wan betal bibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Yê AYM'ê bi hinceta “Bê erkiyê" serlêdan red kir.
Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
Teklîfa qanûnê ya ku sînordarkirina medya civakî bi xwe re tîne ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat pejirandin.
Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemeke bi xwîn bû û got: “Li Tirkiyeyê, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, weke ku mizgînaya biharê bû. Lê, hevkarên îro yên desthilatdariyê di 8’ê Hezîranê de biryarên xwe dabûn. Ev bihar wê bifetisandana. Komkujiya Pirsûsê yekemîn gava girîng a vê fetisandinibû.
HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku Lijneya Dîsîplînê ya Navendî der barê Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk de biryara îxracê daye.
DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
DBP’ê bi wesîleya salvegera 8'emîn a Şoreşa Rojava bang li hemû aliyên şoreşger û muxalîf kir ku li dijî polîtîkayên şer û bêçareseriyê deng derxin û xwedî li şoreşê derkevin.
Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, operasyonên li dijî endam û rêveberên HDP'ê û aktîvîstên TJA'ê şermezar kir û wiha got: “Bi sucdariyên li dijî aqilan û pêkenok dixwazin me ji vê rêya me ya bi aqil û mafdar derxin. Lê tu operasyon êdî nikarin we ji têkçûnê xelas bikin."
CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’dê serî li Dadgeha Destûra Bingîn bide.
Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî binçavkirina aktîvîsên TJA û rojnamegeran da û got: “Ev operasyonên li dijî jinan û siyaseta demokratîk, dij hiqûqîne, siyasîne, zordestiye, darbeye û neyartî ye.”
Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan OLûç, bertek nîşanî serdegirtina Şaredariya Giyadê da û got: “Desthilatdarî dijminê şaredariyên xebatên gel û jinan dike ye.”
HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
HDP’ê biryara Daniştayê ya derbarê Ayasofyayê de bi van gotinan şîrove kir: “Biryara Ayasofyayê, ji lîstika polîtîk a desthilatê û qubedetiya mîrasa çandî wêdetir tu wateyeke wê tuneye.”
AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
Pêşnûmeya pergala Pir Baroyî ku bingeha rêveberiyên baroyan diguherîne piştî ji aliyê AKP-MHP'ê ve şandin Komîsyona Edaletê û li wir qebûl kirin, li meclîsê jî niqaş kirin û li meclîsê jî ji aliyê parlamenterên AKP-MHP'ê hat qebûlkirin. Parlamenterên muxalif diyar kirin ku îqtîdara AKP û MHP bi vê yekê cudakarî û perçekirinê dike.
Gunay: Li dijî êrîşên cudakariyê nakin divê em bi hevre têbikoşin'
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, bal kişand ser pêngava duyemîn a "Bernameya Têkoşîna Demokratîk' ku HDP'ê bi dirûşmeya "Li dijî înkarê têkoşîna demokrasiyê" daye destpêkirin diyar kir ku dê ji Enqereyê heta çar aliyên welat bi her beş û baweriyên civakê re bên cem hev û wiha got: “Divê em li dijî îqtîdara ku bêyî cudakariyê bikin êrîş dikin, em hemû bibin yek û bi hevre li ber xwe bidin."