Dê welatiyên Behra Reş li dijî talanxurî û kedxwariyê tev li kongreya HDP'ê bibin
Hevberdevka HDP'ê ya Herêma Behra Reş Nûray Bedîrkûrûm destnîşan kir ku dê gelek kes ji Behra Reş tevli kongreyê bibin û got, beşdarbûna gelê Behrareş di heman demê de dê bê wateya têkoşîna li dijî talankirin û kedxwariya li herêmê jî.
Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay anî ziman ku amadekariyên kongreya wan mezin ber bi dawiyê ve diçin û ew ê bi vê kongreya xwe bersivê bidin faşîzmê û got: "Ji bo azadî û çareseriyê hêvî HDP ye."
Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
Hevserokên bajêên herêma Egeyê anîn ziman ku ji bo Kongreya Asayî ya Mezin a 5'an a HDP'ê amade ne û ew ê bi girseyî tev li kongreyê bibin.
Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir li Bismilê axivî û destnîşan kir ku çareserî û rizgarî bi destpêkirina muzakereyên bi Ocalan re pêkan e.
DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
Rêxistina DBP’a Wanê têkildarî kongreya xwe ku dê pêk bîne deklerasyonek parve kir û ji bo rêveberiyê banga serlêdanê kir.
Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
Hevseroka Bajêr a HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol anî ziman ku kongreya giştî ya partiya wan dê ji bo pêşeroja welat bibe bingeha guhertinê û got ku dê ji Stenbolê herî kêm deh hezar kes tev li kongreyê bibin.
Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar hişyarî da kesên ku di hilbijartinê de kurdan û HDP’ê wek fersend dibînin û got: “Kurd ne hejmar in. Roja hilbijartinê wê kurd û HDP bersivek giran bidin we.”
HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
Hevberdevkê Komîsyona Birêxistinkirinê yê HDP’ê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku dê kongreyeke biheybet û bihêz li dar bixin û wiha got: “Banga min bo her kesî ew e ku bibin parçeyeke wêneyê serkeftin û berxwedanê.”
Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku qedexeya hevdîtinê ya 3 mehan ku li Ocalan hatiye birîn berdewamiya polîtîkayên şer e û got: “Gelo hûn çi cezayî didin hevdîtina ku nayê kirin”.
HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan ji bo kongreya mezin a partiya xwe ku dê di 3’yê tîrmehê de li dar bixe banga beşdariyê li gel kir.
Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku AKP'ê bi înkara kurdan ji arenaya siyasî dûr xist û wiha got: "Kesên nasnameya gelê kurd înkar dikin, kurdan diavêjin girtîgehê, dixwazin wan ji parlamentoyê dûr bêxin tu caran biserneketin."
DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
DBP’ê ragihand ku dest bi xebatên avakirina rêxistina xwe ya li Êlihê kiriye.
Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
HDP xwe ji bo kongreya mezin amade dike û tê payîn ku Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hevserokatiya giştî berdewam bikin. HDP di mijara namzetiya hevpar a hilbijartinê de jî helwesta “muzakereya şefaf” eşkere kiriye û ji bo namzetiya serokkomariyê jî behsa hin navan tên kirin.
Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz da û got: “Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e.”
Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş diyar kir ku bi vekirinên dozan û zextan ne tenê HDP, têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyeyê jî tê xwestin bê tasfiyekirin û herkes vexwend kongreya ku dê di 3’yê Tîrmehê de pêk were.