Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye
Ekîncî: Yekane rêya derketina ji bêçaretiyê HDP ye

Dîroknas Tarik Ziya Ekîncî ku di Lijneya Şewrê ya HDP’ê de cih digire di peyama xwe ya ji bo kongreyê şand de wiha got: “Yekane rê ya ku Tirkiyeyê ji bêhiqûqiya aborî, siyasî, îdarî û hiqûqî ya ku ketiye nav, rizgar bike, HDP ye.”

Bi wêneyan kongreya HDP’ê
Bi wêneyan kongreya HDP’ê

Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de dîmenên rengîn derketin holê.

Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be
Ozturk bangî muxalefetê kir: Heke dev ji zîhniyeta xwe bernedin dê dawiya wan mîna ya Erdogan be

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku ji bo Ocalan bikare rol û mîsyona xwe bilîze, hewceye şert û mercên wî werin amadekirin û wiha got: “Divê muxalefet baş bizane, micid be û hedê xwe bizane. Heke di zîhniyeta ev sed sale berdewam dike de israr bikin dê dawiya wan ji ya Erdogan û Bahçelî xerabtir bibe.”

Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin
Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin

Bi deh hezaran kes beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn û ji ber ku li hundir cih nema, bi hezaran kes li derve man. Ji 7 salî heta 70 salî beşdaran xelekên govendê gerandin û diyar kirin ku li dijî înkarkirina kurdan, tecrîd, zext û siyaseta şer li qadan in.

Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin
Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin

Selahattîn Demîrtaş, Selçûk Mizrakli û siyasetmedarên ji Doza Kobanê li girtîgehan tên ragirtin, ji Kongreya HDP’ê re peyem şandin û wiha gotin: “Di pirtûka me de teslîm bûn, bîat kirin, têkçûn tune ye. Em dê vê tekoşînê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.”

Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e
Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo kongreya HDP’ê peyamek şand û wiha got: “Dem dema hesabpirsîna ji vê rejîma faşîst e ku tecrîd li ser tevahiya civakê berbelav kiriye.”

Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide
Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide

Girtiyên jin ên li girtîgehên Kandire û Sîncanê ji bo kongreya HDP’ê peyamek şandin û wiha gotin: “Dengê we yê bilind dibe dê li dijî dîlgirtina Ocalan mîna qêrîna azadiyê olan bide.”

Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin
Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di serî de pirsgirêka kurdan ji bo hemû pirsgirêkên li welat rêyên çareseriyê nîşandan û ev hişyarî kir: “Em dibînin ku nîqaşên têkildarî tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê sepandin zêde dibin. Li ser tecrîdê lîstikan nelîzin.”

Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît
Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît

Parlamenterê Partiya Antîkapîtalîst Mireille Court ku ji Fransayê beşdarî kongreya HDP’ê bûye keyfxweşiya xwe ya beşdariya kongreyê anî ziman û wiha got: “Tevî zexta hikûmeta Tirkiyeyê jî ewqas mirov beşdarî kongreyê bûne. Ev jî ruhê gelê kurd nîşanî me dide.”

Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin
Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku pirsgirêka kurd 100 sal bi welat dan windakirin û wiha got: “Hêza çareseriyê em in û soza me heye. Em ê vê desthilatdariya ku bêedaletiyê hildiberîne, xespkar talankera hiqûqê têk bibin.”

Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in
Kongreya HDP’ê bi beşdariya deh hezaran dest pê kir: Çareserî em in

5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ku bi dirûşma “Çareserî em in” tê lidarxistin, ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi tevlibûna deh hezaran û bi coşeke mezin dest pê kir.

Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne
Bi deh hezaran kes ji bo kongreya HDP’ê li Enqereyê ne

Bi deh hezaran kesên ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ji her çar aliyên welêt ber bi Enqereyê ve herikîn, bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” peyama xwe ya ewil dan.

7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin
7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin

Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz diyar kir ku dê 7 partî û rêxistinên bi awayekî hevpar dixebitin di nêz de "Menzûmeya Rêgezan" biweşînin.

Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin
Demekî kêm bo kongreya HDP’ê ma ye: Dê Lijneya Şêwrê bê ragihandin

HDP’ê ji bo kongreyê amadekariyên xwe temam kirin. Lîsteya xwe ya Meclisa Partiyê bêyî ku pîvana du serdeman sist bike û bi nûnertiya wekhev amade kir. Di heman demê de dê di kongreyê de Lijneya Şêwirê ragihîne.

Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê
Pêkhateyên HDP’ê: Dê kongreya me bibe bersiva bêhêvitiyê

Pêkhateyên HDP’ê dan zanîn ku dê di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê de têkildarî talana ekolojiyê û têkoşîna jinan peyamên girîng werin dayîn û dê kongre ji bo bêhêvîtiyê jî bibe bersivek.

< 115 116 117 118 119 > Rupel 117 / 291