'Ji bo hevdîtina bi Ocalan re divê Kurtulmuş erka xwe pêk bîne’
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji bo komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike divê Kurtulmuş berpirsyartiya dikeve ser milê xwe bicih bîne.
Xetereya li ser jiyana Îsmaîl Beşîkçî didome
Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgan, diyar kir ku rewşa Îsmaîl Beşîkçî ku xwîn çûbû ser mejiyê wî ber bi başiyê ve diçe lêbelê dîsa jî xetereya li ser jiyana wî didome.
Şîna Firat Kuşak bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna endamê HPG’ê Firat Kuşak ku li Wanê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Bakirhan: Ji bo ‘mafê hêviyê’ divê gav bên avêtin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê Meclis êdî yasayên aştiyê bixe rojeva xwe û got: “Ji bo mafê hêviyê ku birêz Bahçelî behsa wê dikir, divê gavên pêwîst bên avêtin.”
Doza Dîlara Gunanayê sibê ye: Hesabê ji faîlên keça min bipirsin
Danişîna doza qetilkirina Dîlara Gunanayê dê sibe were lidarxistin. Bavê Dîlara Gunanayê Fevzî Gunana banga tevlibûna dozê kir û xwest hesab ji faîlên keça wê were pirsîn.
Serokê Amedsporê: Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin
Serokê Amedsporê Burç Baysal diyar kir ku ew ê ji ber cezayê pereyan ê ji ber reklama bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn serî li Lijneya Tehkîmê bidin û got: “Em ê bêtehemûliya li dijî zimanê me yê dayikê qebûl nekin.”
Meral Daniş Beştaş: Divê komîsyon beriya 1’ê Cotmehê biçe Îmraliyê
Hevberdevka HDK’ê û endama komîsyonê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku divê komîsyon tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û got: “Heke komîsyon neçe Îmraliyê, wê demê bila birêz Ocalan were.”
‘Divê bîlançoya talana xwezayê ya 50 salên dawî bê derxistin’
Aktîvîsta Koalîsyona Edaleta Avhewayê Ecehan Balta diyar kir ku divê envantera texrîbata xwezayê ya 50 salên dawî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê were derxistin û mekanîzmaya hiqûqî were avakirin.
Xelkê Semsûrê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Welatiyên Semsûrê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ji bo aştiya civakî divê Abdullah Ocalan were berdan.
DMME’yê ji bo nedayina pirtûkên Ocalan biryara binpêikrinê da
DMME’yê têkildarî nedayîna pirtûkên Abdullah Ocalan ên “Neteweya Demokratîk” û “Manîfestoya Şoreşa Kurdistanê” ya ji girtiyan re biryara binpêkirinê da.
Xwestin girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Hatîce Yildiz bên berdan.
Kesên di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
13 kesên ji malbata Tamûr ên ku di demên cuda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.
Kamaç: Înîsyatîf dê bibe bingeha Kongreya Neteweyî ya Kurd
Hevberdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, di civîna li Şirnexê de got ku gelê kurd ancax bi tifaqê dikare vê pêvajoyê bi bibe serî.
Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
ÎHD'ê û xizmên windayan di çalakiyên li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê de, ji bo Zozan û Orhan Eren, Mecît Baskin, Şehmuz Însel û Şeyhmus Eroglû daxwaza edaletê kirin.