Ji ber dirûşma ‘şehîd namirin’ cezayê hefsê dan Yilmaz
Li Mîthat Yilmaz ê di dema şîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de dirûşma “Şehîd namirin” berz kirî 10 meh cezayê hefsê hate birîn.
'Rewşa Yilmaz ê di rojiya mirinê de giran dibe’
ÎHD, ÇHD, OHD’ê dan zanîn ku rewşa Serkan Onur Yilmaz ku bi daxwaza girtina girtîgehên bi tîpa S. Y. R û bi ewlekariya bilind dest bi rojiya mirinê kiriye, roj bi roj girantir dibe û banga qebûlkirina daxwaza Yilmaz kirin.
Ji bo Amedsporê bang li îktîdarê kirin: Ji bo pêşîlêgirtina polîtîkaya cihêkariyê gav biavêjin
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê bertek nîşanî cezayê pereyan ê ji ber reklama bi Kurdî li Amedsporê hatiye birîn da û bang li îktîdarê kir ku ji bo pêşîlêgirtina vê polîtîkaya cihêkar gavan biavêje.
Rapora rêxistinên maf û hiqûqê: Binpêkirinên li girtîgehan pir zêde bûne
Baroya Amedê, OHD û TUAY-DER’ê rapora xwe ya sê mehan a têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkera kirin û gotin ku ji mafê tenduristiyê heta yê jiyanê gelek binpêkirin li girtîgehan bênavber didomin.
Rewşa Beşîkçî baş dibe
Rewşa civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, roj bi roj ber bi başiyê ve diçe.
Rêveberekê DAIŞ’ê li Dêrazorê hate girtin
Navenda Ragihandinê ya HSD’ê diyar kir ku hêzên wan li bajarokê Dernicê yê Dêrazorê fermandarekê DAIŞ’ê girtine û di operasyonê de endamekî wan jiyana xwe ji dest daye.
Temellî: Divê tavilê zemîna mizakereyan bi Ocalan re bê avakirin
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hevdîtina bi Îmraliyê re ji bo pêvajoyê diyarker e û got: “Divê tavilê zemîna mizakereyên bi sermizakerevan re bê avakirin.”
Ji helîkopterê hatibûn avêtin: 5 sal derbas bûn, faîl hêj nehatine girtin
Biryara “nepeniyê” ya li ser lêpirsîna têkildarî avêtina 2 gundiyan a ji helîkopterê ev 5 sal in nehatiye rakirin. Parêzer Hamît Koçak, got: “Li şûna ku li pey faîlên esasî bikevin, serî li îfadeyên hemû personelên wê demê li Fermandariya Cendirmeyan a Bajar dixebitîn didin. Heke encameke adilane dernekeve em ê serî li DMME’yê bidin.”
Komên paramîlîter li Efrînê welatiyekî Êzidî revandin
Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê welatiyekî Êzidî yê 70 salî revandin.
Baroya Amedê bertek nîşanî TED’ê da: Parastina ziman jêneger e
Baroya Amedê bertek nîşanî çalakiya Koleja Diyarbarkirê ya TED’ê ku fermana Karamanoglû Mehmet a “Zimanên ji bilî Tirkî qedexe dike” bi zarokan da xwendin, da û got: “Parastin û pêşxistina mafê zimanê dayikê, ji bo aştiya civakî û xurtkirina demokrasiyê jêneger e.”
Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 13’emîn a di roja 2’yê Cotmehê de li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
Xetereya li ser jiyana Beşîkçî didome
Xetereya li ser jiyana civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, didome.
Doza faîlê Dîlara Gunanayê hate taloqkirin
Danişîna doza Volkan Kaplan ku Dîlara Gunana qetil kiribû, taloqî 5’ê Mijdarê hate kirin. Platforma Jinan a Xarpêtê got ku dê ji bo edaletê têkoşîna xwe bidomînin.
Binpêkirinên li Girtîgeha Tekîrdagê: Serî li ÎHÎK’ê dan
Mafên tenduristî, ragihandin, perwerde, çandî û tehliyeyê yên girtiyênl i Girtîgeha Hejmar Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tên ragirtin bi awayekî sîstematîk tên binpêkirin. DEM Partiyê têkildarî mijarê serî li ÎHÎK’ê da.