Nobeda li dijî desteserkirina vînê didome
Di çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina vînê de peyama, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat dayîn.
Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin
Danişîna Doza Dayikên Aştiyê ku tevî biryara Destûra Bingehîn jî çalakiyên wan tên astengkirin, ji bo "dayina parastina bersûcên parastina xwe nedane" hat taloqkirin.
Ji malbata Gezîcî 2 kes hatin berdan
Ji 7 ferdên malbata Gezîcî ku dihat xwestin cezayê muebeda giran li wan bê birin, 2 kes jê hatin berdan û der barê 5 kesan de jî biryara domandina girtinê hat dayîn.
Xizmên Windayan dê sibê cara 800’emîn bên ba hev
Xizmên Windayan dê sibê li Amedê cara 800’emîn bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” bên ba hev.
Protestoyên li dijî xespkirina îradeyê di roja 5’an de domiyan
Protestoyên li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê hatine destpêkirin di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdana esnafan de wiha got: “Yên me nas nekin em wan qet nas nakin.”
Leşkerên ku diçûn Colemêrgê qeza kirin: 4 leşker birîndar bûn
Hat zanîn ku li navçeya Payîzava wesayîta leşkeran qelibî û 4 leşker birîndar bûn.
Bozan: Heta ku tecrîd rabe dê têkoşîn bidome
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ê li Mêrsînê di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bike” de axivî, wiha got: “Heta ku tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Li dijî qeyûm hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Wanê hevdîtina bi gel re û serdana dikandaran tê kirin.
ÎHD’ê banga ‘betalkirina biryara tayînkirina qeyûm’ li îktîdarê kir
Şaxên ÎHD’ê di çalakiyên “Nobeta Aştiyê” yên vê hefteyê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û ev bang kirin: “Biryara tayînkirina qeyûm paşve vekişînin.”
Navê Hafiz Akdemîr jinûve dan parkê
Şardariya Peyasê navê Hafiz Akdemîr ê qeyûm bi hinceta “nûkirinê” jê kiribû, jinûve di têketina parkê de da daliqandin.
Dema CHP û MHP dadixînin pirsgirêk nîne, dema DEM Partî dadixîne lêpirsîn tê destpêkirin
Bi hinceta wêneyê Erdogan daxistiye derbarê Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol de lêpirsîn hate destpêkirin. Lê yek ji MHP’î derbarê şaredarên ku heman tişt kirin de tu kirarî nehatin destpêkirin.
Operasyona leşkerî ya li Liceyê didome
Operasyona leşkerî ya li gundên navçeya Liceyê hatine destpêkirin didome. Hat zanîn ku operasyon hatiye berfirehkirin.
Fadil Şenyaşar dîsa nehat berdan
Di danişîna doza êrişa li dijî Malbata Şenyaşar de ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê girtî dîsa nehat berdan.
Hafiz Akdemîr dê li kolana lê hate qetilkirin bê bibîranîn
Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr, dê sibê li kolana lê hatibû qetilkirin bê bibîranîn.