Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan
Li dijî binçavkirinên li Amedê bertek hate nîşandan

Baroya Amedê û rêxistinên hiqûqê yên bajêr bertek nîşanî awayê binçavkirina parêzer Ramazan Kartalmiş ê di operasyonên li bajêr de hate binçavkirin dan.

43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin
43 sal berê darve kirin û cenazeyê wî winda kirin

Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Veysel Guney ê 43 sal berê darvekirin û venazeyê wî winda kirin pirsîn. Biraziyê Veysel Guney Dogan Guney diyar kir ku 43 sal borîn lê hêj gora mamê wî winda ye û got: "Hin kes ji gora mamê min ditirsin. Ji bo wê gora wî nîşanî me nadin."

Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne
Rojnameger Ayik: Girtîgeh neynika dewletê ne

Devrîm Ayik girtiyê nexweş ê giran e û ji sedî 76 berastengdar e. Ayik di nameya ji dayika xwe re şandiye de qala bêhiqûqiyên di girtîgehan de tên jiyîn kir û wiha got: “Girtîgeh neynika dewletê ne.”

DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir
DEM Partî ji bo çalakiya protestoya qeyûm a li Şîşhaneyê bang kir

Parlamenterên DEM Partiyê yên Stenbolê û hevserokên bajar ji bo çalakiya protestoya qeyûm a ku dê îro li Qada Şîşhaneyê bê li dar xistin banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Werin em bi hev re li dijî qeyûm dengê xwe bilind bikin.”

Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin
Çalakiya malbatên windakiriyan di hefteya 800’emîn de ye: Em hestiyên xwe dixwazin

Di hefteya 800’emîn de ya malbatên windakiriyan û ÎHD’ê de daxwaza “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin tê dubarekirin.

Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin
Li Erxaniyê 5 kes hatin binçavkirin

Di serdagirtinên malan ên li navçeya Erxeniyê de tevî hevşaredarên Erxaniyê yên berê, 5 kes hatin binçavkirin.

Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin
Li Licikê cenazeyê karkerê dawî jî hate dîtin

Li Licikê cenazeyê karkerê dawî ku di bin karesata kana madenê ya pêk hatî de mabû jî hate dîtin.

Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin

Welatiyên li Stenbolê dijîn bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û bi lêv kirin ku ji bo welatekî demokratîk dê li dijî qeyûm têbikoşin.

Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin
Girtiya nexweşa penceşêrê nayê dermankirin

Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, tevî nexweşa penceşêrê ye jî kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin.

Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin
Berdana Atsiz ê 30 sal in girtiye cara duyemîn hat taloqkirin

Berdana Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, cara duyemîn hat taloqkirin. Malbata Atsiz li dijî binpêkirinê serî li ÎHD'ê da.

Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome
Çalakiya girtiyan a boykotkirinê didome

Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin.

Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand
Wezaretê HPG’iyê birîndar wek kuştî ragihand

Wezareta Karê Hundirîn ragihand ku HPG’î Îlyas Ayaz di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Derket holê ku Ayaz û HPG’iyekî din wek birîndar rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.

Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn
Li 14 girtiyên ku Komkujiya 19'ê Kanûnê protesto kirin cezayê dîsîplînê hat birîn

Li Girtîgeha Marmarayê bi hinceta protestokirina Komkujiya Girtîgehê ya di 19'ê Kanûnê de, li 14 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn.

Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e
Parezerê OHD'yî Bayram: Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hevpar e

Parezerê OHD'î Azat Bayram, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê belav bûye û got: "Tecrîda girankirî ya bi awayekî zincîrkirî li girava Îmraliyê dest pê dike, li hemû kolan, tax, sazî, kes û civakê belav dibe. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."

Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt
Parêzer Qurbanî: Îranê mafê parastinê yê Ozdemîr esas negirt

Parêzer Alî Qurbanî ku ji bo Hatem Ozdemîr ê ku Îranê cezayê darvekirinê lê biriye hewl tevdigere, diyar kir ku 50 rojî mafê parêzertiyê yê Ozdemîr esas nehatiye girtin û dibe ku cezayê darvekirinê ji nişka ve bê înfazkirin.

< 810 811 812 813 814 > Rupel 812 / 5.358