Li dijî avahiya DEM Partiyê êriş hate kirin
Kesê bi keviran êrişî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Toroslarê kir, hate binçavkirin.
Endamê Komîsyonê Firat: Divê komîsyon di nava 2 hefteyan de biçe Îmraliyê
Endamê komîsyonê Celal Firat destnîşan kir ku piştî civînên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê raporeke demkî were amadekirin û got ku divê komîsyon di nav du hefteyan de biçe Îmraliyê.
Li dijî tacîzê di greva birçîbûnê de ye: Me soza parastina zarokan da
Endamê Egîtîm Senê Mesût Aslan, li dijî betalkirina cezayê Burak Ercan ê ji ber sûcê tacîza zayendî ya li dijî zarokan dihat darizandin, çalakiya greva birçîbûnê dike. Aslan, got: “Me soz daye zarokan ku dê wan biparêzin.”
Ahmet Turk, diyaloga xwe ya bi Ozal re parve kir
Ahmet Turk ku ji pirsgirêkên xwe yên tenduristiya heya jiyana xwe ya siyasî, bersiva pirsan da û parve kir ku Turgut Ozal beriya agirbesta 1993'yan gotibû: "Her kes dê were û daxwaznameyek pêşkêş bike. Ev zerf dê pênc salan neyê vekirin. Ger sûcekê nekin, dê tu lêpirsîn neyê kirin."
'Aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve: Bila dewlet gavên berbiçav biavêje'
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl diyar kirin ku aştî bi awayekî yekalî pêş nakeve û xwestin ku komîsyona li meclisê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavên berbiçav bavêje.
Kolanên Wanê: Divê tavilê komîsyon li Abdullah Ocalan guhdarî bike
Şêniyên Wanê diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, Abdullah Ocalan xwedî roleke sereke ye û divê tavilê komîsyona li Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike.
Civîna komîsyonê bi dawî bû
Civîna komisyonê ku ciwan û jinan fikirên xwe yên der barê çareserkirina pirsgirêka kurd de anîn ziman bi dawî bû.
Roja yekemîn a 'Komxebata Zimanê Kurdî' bidawî bû
Di rûniştinên sêyemîn û çaremîn ên komxebata "Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna Ji Bo Zimanê Kurdî" de mijarên di têkoşîna ji bo zimanê kurdî de rista jin, zarok, ciwanan, çand û wêje hat nîqaşkirin.
Li Cîhanbeyliyê ji bo kampanyaya ‘Ez aştiyê dixwazim ji ber ku’ stand hat danîn
Li navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji bo kampanyaya “Ez aştiyê dixwazim ji ber ku" ya ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû destpêkirin, stand hat danîn û îmze hatin komkirin.
Rektor Şevlî nehişt rojnamevan çalakiya ji bo Rojîn Kabaîşê bişopînin
Rojnamevanên ku ji bo çalakiya xwendekaran û daxuyaniya rektor Hamdullah Şevlî bişopînin çûbûn Zanîngeha Yuzuncu Yilê, bi hinceta "Talîmata rektor heye” hatin astengkirin.
Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin
Rojnameger Huseyîn Aykol ku cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî, piştî emeliyeta 3 saetan derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin.
Di cînayeta rojnameger Tosun de esnafek hate binçavkirin
Di cînayeta rojnameger Hakan Tosun de esnafê bi navê Y.S. ku tê îdiakirin dîmenên kamerayê daye malbata gumanbaran, hate binçavkirin.
Civîna komîsyonê didome
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê li Meclisê civiya. Komîsyon dê îro li jin û ciwanan guhdarî bike.