Cara 2'yemîn li Can Holdîngê oprasyon hat kirin: 26 kes hatin binçavkirin
Di pêla oprasyona duyemîn a li dijî Can Holdîngê de 26 kes hatin binçavkirin.
Akin Bîrdal: Divê şandeyek ji komîsyonê teqez biçe Îmraliyê
Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal got: "Divê şandeyek ji komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin biçe Îmraliyê."
Tevî pêvajoya 'aştiyê' jî desthilat 'rêyên ewlehiyê' çêdike!
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike, lê ligel vê desthilat li herêmên Gilîdax û Çiyayê Tendûrekê bi bihayê 375 milyon TL bi navê "rêya ewlehiyê" dest bi çêkirina rêyeke leşkerî kir.
Kurtulmuş dê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret bike
Serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê Nûman Kurtulmuş dê biçe serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Buak û Dogan Hatun.
Bernameya meşa ‘azadiyê’ ya ciwanan diyar bû
Platforma Ciwanên Welatparêz dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bi dirûşma “Bi Rêberê azadiyê ber bi jiyana azad ve” meşê li dar bixe. Bernameya meşê diyar bû.
Li nexweşxaneyê serdanên ji bo rojnamevan Aykol didomin
Serdanên ji bo rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ku 2 caran xwîn çûbû li ser mejiyê wî û 3 roj in li beşa çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê tê tedawîkirin, didomin.
Gef li rojnamevan Rabîa Onverê hat xwarin
Rojnameger Rabîa Onver piştî nûçeya xwe ya li ser DAIŞ û Hizbullahê, gef lê hat xwarin.
‘Divê lêpirsîna têkildarî mirina rojnamevan Tosun bê berfirehkirin’
Şaxa ÎHD’ê ya Mersînê bal kişand ser lêpirsîna der heqê kuştina rojnamevan Hakan Tosun de û xwest kiryar bên tespîtkirin.
Bayar piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan
Ayhan Bayar ku tehliyeya wî ji bo salek û 6 mehan hatibû taloqkirin û duh biryara tehliyeya wî hate dayin, piştî 31 sal û 6 mehan hate berdan.
Şîna Yûsûf Gucel bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna Yûsûf Gucel ê YPS’î ku sala di 2016’an de li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest dabû, li Amedê hat danîn. Şîn ji aliyê welatiyan ve bi girseyî hat ziyaretkirin.
Parêzerê Nevzat Bahtiyar xwe ji dosyayê vekişand
Parêzerê Nevzat Bahtiyar ku di doza qetilkirina Narîn Guranê de ceza lê hatibû birîn, Alî Eryilmaz ragihand ku xwe ji dosyayê vekişandiye.
Di doza rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de dê mutalaa bê amadekirin
Di danişîna ewil a rojnamevan Bêrîvan Kutluyê de ku bi îdiaya “propagandaya rêstinê” tê darizandin, ji bo amedekirina mutalaayê dosya ji dozger re hate şandin.
Xetereya li ser jiyana Aykol didome
Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol ku du caran xwîn çû ser mejiyê wî û 3 roj in li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin, hêj giran e.
Hêzên Şamê êrişî gundên Siwêdayê kir
Hêzên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi çekên giran êrişî çolterê bakurê Siwêdayê kirin. Piştî şervanên Siwêdayî bersiv dan, pevçûn derketin.