Waliyê Mêrdînê û wekîlê AKP’î ji mala şînê hatin derxistin
Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun û şandeya pê re tev li şîna li gundê Kelekê bûn. Welatiyan bertek nîşan dan û walî neçar ma ku ji mala şînê derkeve.
TJA çû serdana gundên şewat lê derketî: Encama polîtîkayên şerê taybet e
TJA çû serdana karesata şewatê lê derketî. Harîka Peker li ser navê TJA’yê axivî û got ku tiştên diqewimin encama polîtîkaya şerê taybet ê li Kurdistanê ye. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî diyar kir ku dê birînên xwe bi hev re derman bikin.
Par jî li heman herêmê şewat derket: DEDAŞ biqisûr hat dîtin û tazmînat da
Derket holê ku par jî li Amedê li heman herêma çendek roj berê şewat derketî û 15 kesan jiyana xwe ji dest dayî şewat derketiye. Piştî serlêdana welatiyan, DEDAŞ biqisûr hatibû dîtin û tazmînat dabû gel.
Ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn edalet xwestin
Mexdûra erdhejê Done Kaya di nobeta bi daxwaza “Darizandina adilane” de bal kişand ser şewatên li Amed û Mêrdînê û ji bo kesên di erdhej û şewatan de jiyana xwe ji dest dayîn daxwaza edaletê kir.
‘Bila cihê şewatê weke Herêma Karesatê bê ragihandin’
AYKAY-DER’ê xwest ku deverên şewat lê derketin weke Herêma Karesatê bên ragihandin û berpirsyarên wê hesabê bidin.
Li gundên Xîzanê operasyona leşkerî hate destpêkirin
Li gundên navçeya Xîzanê bi tevlibûna leşker û cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Şewata li Hezexê hat kontrolkirin
Şewata ku şevê din li 8 gundên Hezexê belav bûbû hat kontrolkirin. Hat zanîn ku şewat derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û hêj didome.
Operasyona leşkerî ya li Mawayê hate berfirehkirin
Operasyona leşkerî ya li herêma Mawa ya Heskîfê hatiye destpêkirin, ber bi çoltarê navçeya Kercewsê hate berfirehkirin.
Odeya Endezyarên Ceyranê: Xozan tune ye, tevdîr nehatine girtin
Şaxa Odeya Endezyarên Ceyranê ya Amedê diyar kir ku li herêma şewatê xozan tune ye û li deverên xetên ceyranê derbas dibin jî tu tevdîr nehatine girtin.
Rastî û hûrguliyên piştî şewatê
Di şewata li Şemrex û Xana Axpêr de 15 kes mirin. Tenê li gundê Kelekê di şewatê de 10 kes mirin. Şêniyên gund anîn ziman ku leşkerên dereng hatin gund heqaret li gundiyan kirin û piştî agir vemirî helikopter hatin cihê bûyerê.
Li Şirnexê wesayîta cerdevanan qeza kir: Cerdevanek mir
Wesayîta cerdevanan li gundê Sewadiyê qeza kir. Di qezayê de cerdevanekî jiyana xwe ji dest da.
Bîlançoya cejnê: Di 8 rojan de 68 kes mirin
Di qezayên trafîkê yên di rojên betlaneya Cejna Qurbanê de pêk hatin de 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî Starbucks û Burger Kingê êriş hate kirin
Li Amedê komekê êrişî şaxên Burger King û Starbucksê kir.
Di berxwedana li dijî qeyûm de qonaxeke nû: Ji Stenbolê heta Colemêrgê Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê
DEM Partiyê li dijî xespkirina îradeyê plansaziyeke nû ya çalakiyê derxist û di vê çarçoveyê de dê di 30’ê hezîranê de ji Stenbolê ber bi Colemêrgê ve “Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê” bide destpêkirin. Li gel meşê, her wiha dê li hemû bajaran çalakî bên lidarxistin û endamên meclisa Şaredariya Colemêrgê dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bikin.
Pêşrapora têkildarî şewatê: Li Mêrdînê beşa tedawiya şewitînê nîne
Odeya Bijîşkan a Mêrdînê pêşrapora lêkolînê ya têkildarî şewatê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku beşa tedawiyên şewitînê li nexweşxaneyên bajar tune ye.