Çêkirina nexweşxaneya bajar a Şirnexê di 28 mehan de tenê yek qat hate çêkirin
Çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku dihat gotin wê di meha adarê de bê vekirin hê jî neqediyaye. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku bi salan e li Şirnexê pirsgirêka nexweşxaneyan nayê çareserkirin welatî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê.
Hevalên girtiyê ku jiyana xwe ji dest da: Ji ber nedermankirinê jiyana xwe ji dest da
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku bi hevalên girtiyê nexweş Yildirim Han ê di 20'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da re hevdîtin kir, da zanîn ku girtiyan ragihandine ji ber ku Han nehatiye dermankirin jiyana xwe ji dest daye.
Nobeda li Stenbolê didome: Em ê bi ser bikevin
Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike.
Ji meşvanên ‘Meşa Rêzgirtina li Vînê' xeleka mirovahiyê
Meşa Rêzgirtina li Vînê' ya ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve berbi Colemêrgê hat destpêkirin gihişt 65 kîlometreyî Meşvanên îro zîncîra mirovahiyê ava kirin, tevî hewaya germ meş bi biryar domandin.
Tûncel: Em ê wêrekiyê xurt bikin
Siyasetmedar Sebahat Tûncel bi welatiyan re hat gel hev û got sedema pisgirêkên welat pirsgirêka kurd e û got wê li dijî dewleta ku Tirsê diafirîne wê wêrekiyê xurt bikin.
Li Çiyayê Cûdiyê şewat
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber sedemeke nediyar şewat çêbû. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.
Li Sîlîvriyê 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûn
Parêzerên OHD’î diyar kirin ku li Girtîgeha Sîlîvriyê nêzî 250 girtî ji ber xwarinê jehrî bûne.
OHD’ê ji bo tecrîdê serî li Baroya Îzmîrê da
Şaxa OHD’a Îzmîrê têkildarî mercên giran ên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê serî li Baroya Îzmîrê da û xwest ku baro bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike.
Artêşa tirk gundê Dihokê topbaran kir: Gundiyan banga alîkariyê kirin
Artêşa tirk gundê Sergelê yê Amediyeyê topbaran kir û şewateke mezin derket. Xelkê gund banga alîkariya lezgîn li rayedaran kirin.
Rapora girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş e: Girtî di tecrîdê de ne
Baroya Wanê, Şaxa OHD’a Wanê û TUHAY-DER’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên herêmên Serhed û Behra Reş eşkere kirin. Di raporê de hat gotin ku girtî di tecrîdê de ne.
Meşvanên ‘Rêzgirtina ji îradeyê re’: Bila tayînkirinên qeyûman û tecrîd bên rakirin
Kesên tev li “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” bûn, di daxuyaniya li Payîzavayê kirin de destnîşan kirin ku meş ne tenê li dijî tayînkirina qeyûm e di heman demê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan e.”
Li Amedê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
Naciye Oturmak a li Farqînê dijiya, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Xizmên Oturak dan zanîn ku hevjînê wê Hekîm Oturmak bi awayekî sîstematîk tundî lê dikir û par hewl dabû qetil bike.
Bertek nîşanî binçavkirina du parêzan dan
Platforma ji Parastinê re Azadî, bertek nîşanî binçavkirina 2 parêzeran a li Stenbolê da.
Doza tezmînatê ya Fîncanciyê hate taloqkirin
TSK’ê derbarê Seroka TTB’ê ya berê Şebnem Korûr Fîncanciyê de, ji ber nirxandinên operasyonên li Herêma Federe ya Kurdistnê de ên “bikaranîna çekên kîmyewî”, doza tezmînatê dabû vekirin. Danişîna Fîncanciyê hate taloqkirin.