Biryara dadgehê: Seta pirtûkan a Abdullah Ocalan ne sûc e
Dadgeha Bilind, hukmê bi hinceta seta pirtûkan a bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Abdullah Ocalan xera kiribû û darizandin ji nû ve dest pê kiribû. Di darizandina nû de biryara beraetê hat dayîn.
Cotkar bifikar e: Min xanî û wesayît firot, dor hate troktorê!
Cotkarê li Curnê Reş Hecî Toprak destnîşan kir ku bihayên xurekan ên hatine diyarkirin û nediyarbûna bihayê armûşê ew zirar kirine û wiha got: “Bi vê rewşê dê ev sal bibe sala dawî ya cotkariya min. Min ji ber qerên xwe xanî û wesayîta xwe firot. Dê îsal jî traktorê bifiroşim.”
Demîrhanê ku Hîlal Kar qetil kir 14 roj in nehatiye girtin
Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Karê qetil kir 14 roj in nehatiye zevtkirin. Xwişkên Hîlal Karê bertek nîşanî vê dan û xwestin kujer rojek berî rojekê bê girtin.
'Meşa Rêzgirtina li Vînê' gihaşt Elbakê
Di daxuyaniya “Meşa Rêzgirtina li Vînê" de hate destnîşankirin ku mêtîngeran Şaredariya Colemêrgê desteserkirin û peyama berxwedanê hat dayîn.
Ji ber AKP'ê bang kirin: Dawî li bêhiqûqîtiyê bînin
Di çalakiyên ‘dawî li tecrîdê bînin’ yên li ber avahiyên AKP’ê pêk tên de banga ‘dawî li vê dijhiqûqiyê bînin’ hat kirin.
Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin
Di wesayîteke li ser rêya Xarpêt-Amedê de cenazeyên du kesan hatin dîtin.
Ji ÎHD'ê ji bo penaberan banga 'dengderxistinê'
Di "Nobeda Aştiyê" ya ÎHD'ê de îşaret bi êrişên li hemberî penaberan hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo bidawîbûna êrişan em her kesî vedixwînin dengderxistinê û bilindkirina têkoşînê."
Di danişîna Gun de daxwaza girtina cerdevanan nehate qebûlkirin
Di danişîna têkildarî qetilkirina Ahmet Gun ê DEM Partiyî de daxwaza girtina cerdevanên bersûc nehate qebûlkirin. Parêzeran diyar kirin ku Fermandariya Cendermeyan a Bajêr delîl ji holê rakirine û xwest delîl jinûve bên komkirin.
ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da
Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê êrişên li dijî penaberan şermezar kirin û xwest ku gotinên ku mirovan provoke dikin neyên gotin.
Cerdevanên nexwestine biçin Efrînê îstîfa kirin
Hat zanîn ku hinek cerdevanên ku nexwestine biçin li Efrîna ku li dijî Tirkiyeyê çalakiyên protestoyê tên lidarxistin, îstîfa kirin.
Sersariya dozger û cendirmeyan: Delîla di wesayîtê de hatiye hiştin kesekî jehrî kir
Duh welatiyek bi dermanê çandiyê, xwe di wesayîtekî de kuşt. Di sersariya lêkolîna li cihê bûyerê hatiye kirin de dermanê çandiniyê di wesayîtê de hate hiştin. Çawa ku karkerê wesayîtê dişûşt jehrî bû, rakirin servîsa lênêrîna awarte.
Ji meşê bang kirin: Heta ku statû û zimanê me bê mîsogerkirin wê berxwedan bidome
Di “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” daxuyanî hat dayîn û peyama heta ku hiqûq pêk were, statûya gelê kurd û zimanê zikmakî di destûra bingehîn de bê mîsogerkirin dê berxwedan bidome hat dayîn.
Îşareta ‘Bozkûrtê’ hate cezakirin
UEFA’yê 2 maç ceza li Merîh Demîral ê piştî di maça Avûstûryayê de gol avêt îşareta “bozkûrtê” kiribû birî.
Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de ketiye girtîgehê, jiyana xwe ji dest da
Mehmet Emîn Soyal ê di 78 saliya xwe de tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ketiye girtîgehê û piştre hatiye berdan, jiyana xwe ji dest da.