Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
Li navçeya Pîran a Amedê li dijî Mahmût Bîlgîn ê ku şofêriya kamyonê dike êrişa çekdarî pêk hat û jiyana xwe ji dest da.
Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûmê danîne ser Şaredariya Colemêrgê di roja 35’an de berdewam kir. Di nobedê de axaftin hatin kirin û hat gotin ku bi înkarkirina îradeya kurdan pirsgirêk kurd jî wê çareser nebe.
Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîrê ve 4 zarok hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan û Hevşaredara Rêya Armûşê Canan Uzunay serdana Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglû kirin.
Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
Li Colemêrgê koma şeşemîn nobeda "Rêzgirtina ji îradeyê" dewr girt. Şaban Alkan daxuyanî da û got: "Qeyûm desteserkirin, talan, rant û nelirêtî ye."
Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
Ekolojistan li Amedê diyar kirin ku ew ê destûr nedin pêşniyarqanûna ku ajalan ango heywanan bikuje û gotin: "Pêşniyarqanûn ku wê heywanan bikuje di hişê xwe de jî derbas nekin."
Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
Li navçeya Çeşme ya Îzmîrê li qada daristanê şewat derket û 3 kes bi şewitîn û mirin.
Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
Li gundê Newala Îsa Axa yê bi ser navçeya Cizîrê ve 4 zarok hatin binçavkirin.
‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
Di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de li ber girtîgehan li hev civiyan û wiha hate gotin: “Ji bo dawî li polîtîkayên şer ên li Kurdistanê bê anîn, em bang dikin ku dawî li polîtîkayên tecrîdê bînin.”
Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Qasim Erecî bi Serokê YNK’ê Bafil Talabanî re civiya.
Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
Meclisa Dayikên Aştiyê, xwest ku 9 kesên ku 3 jinên pîr û nexweş jî di nav de yên li gundê Bilexşê hatibûn binçavkirin bên berdan.
DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir ku têkildarî Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin daxuyaniyên pêwîst bidin. Dogan, bal kişand ser êrişên dewleta tirk jî û bang li hêzên kurd kir ku nebin parçeyeke hesabên şer.
Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Artukluyê wesayîtekê li 2 zarokan xist. Zarokên bi giranî birîndar bûbûn jiyana xwe ji dest dan.
Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Iraqê Raîd Fehmî bang kir ku dewleta tirk êrişên xwe yên li dijî Herêma Kurdistana Federe rawestîne.