Ozel mûxalîf vexwendin qadan
Hevserokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, bal kişand ser xizaniya heyî û wiha got: “Dest ji çepgiriya li Twîtterê û muxalefeta klavyeyê berdin. Derkevin qadan piştgiriyê bidin têkoşînê.”
Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
Derbarê xebatkarê tenduristiyê Adnan Irmak de ku nexibitîna pergala sarkirinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê kir rojev, lêpirsîn hate destpêkirin.
Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got ku hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an “komployeke li dijî gelan e.”
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 40 meh in agahî jê nayên girtin, serlêdan kirin.
Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
Endamê Meclisa DEM Partiyê Mûhammed Ayten di danişîna ewil de hate berdan.
Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
Sare Kaya a 59 salî ku 15 rojan li Bilexşê di dorpêça leşkeran de ma û li ser îtîraza dozgeriyê hate girtin, di tevahiya jiyana xwe de li dijî polîtîkayên zext, îşkence û koçberkirinê têkoşiya.
Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
Vedat Kûrt ê ji bo ku yewmiyeya xwe xwest ji aliyê xwediyên kargehê ve hate desteserkirin, diranên wî hatin kişandin û îşkenceya bi ceyranê lê hate kirin. Tevî dîmenan jî xwediyên kargehê negirtî tên darizandin.
Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
Girtiyê edlî Ridvan Barik ê li Girtîgeha Hejmara 2’yan a Dûmlû ya Erziromê tê ragirtin, da zanîn ku her tim ji aliyê gardiyanan ve gefa kuştinê lê tê xwarin.
Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
Girtî Xebat Demîr ku di şewata taxa Kelekê de 10 xizmên xwe winda kir, 30 salên dawî yên taxê nivîsand. Demîr, diyar kir ku ji salên 90’î heta niha rastî windakirinên bi darê zorê, zexta cerdevaniyê, şewat û êrişên nîjadperest hatine.
9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
Xwediyên xaniyên tomakirî yên li Sûrê hatin hilweşandin diyar kirin ku 9 sal in xaniyên nû tên çêkirin bi dawî nebûne û gotin: "Di sala 2025'an de ji bo tamîrkirina xaniyan îhaleya nû dê bê kirin. Dewlet me ceza dike.”
Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
Serokê ÎHD'a Amedê Ercan Yilmaz bal kişand ser zêdebûna îşkence û muameleya xerab a li bajar û navçeyên Kurdistanê û got: "Sedema îşkence û muameleya xerab a li herêmê pêk tê pêvajoya şer a ji sala 2015'an ve dest pê kiriye. Îşkencên tên kirin ji zext û zordariyên ku tê kirin, qut nîne.”
Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
Endamê OHD'a Wanê parêzer Cîhat Durmaz diyar kir ku li girtîgehên Tîpa Y û S ên nû hatine avakirin rayedar li dijî binpêkirina mafan tu gav neavêtine û got: “Divê ev girtîgeh bên girtin.”
Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
Rojnamevan Erdogan Altan diyar kir ku Tirkiyeyê gelek deverên başûrê Kurdsitanê dagir kiriye û deverên hatine valakirin komên paramîlîter lê tên bicihkirin û tê xwestin ku demografiya herêmê bê guhertin.
Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
Bi “Bendava Cizîrê” ya ku tê plankirin li ser Çemê Dîcleyê bê çêkirin re gelek cihên dîrokî yên li bajarokê Qesirkê wê di bin avê de bimînin. Şêniyên bajarok bertek nîşanî bendava ku nayê zanîn dê kengî dest pê bike dan û xwestin ku proje bi temamî bê rawestandin.