Dîmenên kêliya polîsan ciwan derb dikir derketin holê
Li Kerboranê komeke ciwanan dema ji pêşiya sehaya futbolê re derbas dibûn, bi hinceta ku gotine “Ên dilîzin cendirme ne”, ji hêla polîsan ve hatin derbkirin. Dîmenên kêliya ciwan dihatin derbkirin derket holê.
Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî
Endamên Şandeya Îmraliyê çûn serdana siyasetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Semra Guzel û Selçûk Mizrakli.
Redkarên wijdanî: Bila aştî bê nîqaşkirin, redkariya wijdanî bê qebûlkirin
Redkarên wijdanî diyar kirin ku li hember talanên ku ji ber şer çêdibin, pêwîst e ku behsa aştiyê bê kirin û xwestin ku rêziknameyên qanûnî werin çêkirin da ku mafê redkarên wijdanî bê naskirin.
Akademîsyen Berwarî: Ger Tirkiye şer hilbijêre, dê bi kêrî kesî neyê
Akademîsyen Kamûran Berwarî diyar kir ku bandorên neavakirina hikûmetê li Herêma Federe ya Kurdistanê xwe li her qadê didin der û gotin ku Tirkiye li herêmê ji bo şer amadekariyên cidî dike.
Akademîsyen Yildiz Onen: Aştî dê bi kêrî her kesî bê
Akademîsyen Dr. Yildiz Onen diyar kir ku dewlet ji bo misogerkirina pêbaweriya bi pêvajoyê divê hin gavan bavêje û got: "Aştî dê bi kêrî me hemûyan bê."
'Ji bo aştiyeke mayinde divê girtî hemû bên berdan'
Hevserokê TUAY-DER a Êlihê Hasan Arigtekîn got ku ji bo aştiyeke mayînde û avakirina civakeke demokratîk divê hemû girtî, bi taybetî jî girtiyên nexweş, serbest bên berdan.
Li Colemêrgê panela ‘Di Îslamê de civak û jin’
YOAYDER’ê li navçeya Şemzînanê bi navê “Di Îslamê de civak û jin” li dar xist û nîqaş hatin kirin.
Îkram Guner li bajarê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
Îkram Guner ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dihat ragirtin û piştî 31 salan hate berdan, li warê xwe Farqînê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.
Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
Rojnameger Huseyîn Aykol ku ji ber xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin. Ji ber ku enfeksiyonê sîhên Aykol girt, tedawiya antîbiyotîkê hater destpêkirin.
Ji bo meşa Kolnê bang hate kirin
Di 8’ê Mijdarê di salvegera 3’yemîn a kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de dê li Kolnê meş û mitîngê bên li darxistin. Ji bo meş û mitîngê banga tevlibûnê hat kirin.
Leşkeran deriyê mala şînê qilf kirin: Behsa aştiyê dikin lê zilma wan berdewam e
Ordu Seferoglû bertek nîşanî serdegirtina şîna keça xwe Cansu Seferoglû da û got: “Behsa aştiyê dikin lê zilma xwe berdewam dikin. Dê aştî çawa bibe?”
Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tehliyeya 8 girtiyan asteng kir
Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Faruk Yazmaci bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê re hevdîtin kir. Yazmaci, diyar kir ku di navbera mehên Tîrmeh-Cotmehê de tehliyeyên 8 girtiyan hatine astengkirin û got: “Ev girtîgeh tu girtiyan tehliye nake.”
Li Agiriyê xizmet ji gundên dengê xwe nedane AKP’ê re nayê kirin
Li Agiriyê ji 3 hezar û 636 km rêyên gundan hêj 2 hezar û 279 jê stabîlîze ne. Hevserokê Meclisa Giştî ya Bajar ê DEM Partiyê Melîk Ozmuş, got: “Kesên ji hêla hikûmeta navendî ve hatine tayînkirin, li gorî polîtîkayên îktîdarê tevdigerin û gel li gorî tercîhên siyasî dabeş dikin.”
'Li Wanê divê demildest ji bo tiryakkêşan navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin'
Civaknas Osman Turgut diyar kir ku hebûna AMATEM'ê li Wanê ku ji bo kesên tiryakê bi kar tînin di warê xwegihandina dermankirinê de zehmetiyan dide der û got ku divê li bajêr demildest navendên rehabîlîtasyonê bên vekirin.