Li Stenbolê di serdegirtina malan de herî kêm 9 ciwan hatin binçavkirin
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de gelek endamên Meclisên Ciwanên Demokratîk hatin binçavkirin.
Ji bo têkoşîneke hevpar banga tevlibûna mitîngê
DEM Partî, EHP, EMEP, SMF, TÎP û TOP dê di 25'ê Cotmehê de li Stenbolê bi dirûşma "Ji bo ked, aştî, edalet û azadiyê em bi hev re têbikoşin" mitîngekê li dar bixin. Nûnerên partiyên siyasî her kes vexwendin mitînga ji bo aştî, demokrasî, laîkbûn, mafê jiyanê û mûçeyeke mirov bikare pê debara xwe bike.
Li dijî TELE1’ê operasyon: Polîs li kanalê lêgerînê dikin
Polîsan di serê sibehê de bi ser kanala TELE1’ê de girtin. Gerînendeyê Giştî yê Weşanê Merdan Yanardag hate binçavkirin û lêgerîna li kanalê didome.
Şîna Sûltan Ete bi girseyî hat ziyaretkirin
Şina endama YJA Starê Sûltan Ete ku li navçeya Bismilê ya Amedê hatibû danîn, bi girseyî hat ziyaretkirin.
Kesên di erdheja Wanê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn
Di salvegara 14’emîn a erheja Wanê de kesên jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn. Endamê Lijneyan a Koordînasyona TMMOB’ê ya Wanê Engîn Işik, diyar kir ku avahiyên piştî erhejê hartine çêkirin ne li gorî daneyên zanistê û disiplînên endezyariyê ne.
Tedawiya Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku piştî xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin a li beşa çavdêriya awarte didome. Hêj jî xetere li ser jiyana Aykol heye.
Danişîna doza Hevşaredar Neslîhan Şedalê hat taloqkirin
Danişîna doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê ji ber axaftina li dijî tayînkrina qeyûm tê darizandin, hat taloqkirin.
Ji bo rojnameger Akdenîz biryara beraetê hat dayin
Di danişîna doza rojnameger Ercument Akdenîz de biryara tehliyeyê hat dayin.
Li Sêrtê doza tecawizê: Daxwaza girtina faîl hat redkirin
Di danişîna jinûvedarizandina cerdevan Îzettîn Yardim de ku ku li navçeya Dihê bi awayekî sîstematîk Z.Ç. tecawiz kiribû, mexdûr Z.Ç. û parêzerên wê xwestin faîl were girtin lê ev daxwaz hate redkirin.
Hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re piştî 28 salan hate weşandin
Hevpeyvîna rojnameger Fatîh Altayli 28 sal berê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re piştî 28 salan cara ewil hate weşandin. Abdullah Ocalan, ji bo çareseriyê dibêje “Bes bila guftûgo hebe, em dikarin sibe jî çekan bidin bêdengkirin.”
Ahmet Turk ji doza weke hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan beraet kir
Di danişîna doza Ahmet Turk de ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin û weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû nîşandan de beraet kir.
HPG'ê ji ber operasyonên leşkerî hişyarî kir
HPG - NRÇ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk li li Bakurê Kurdistanê li qadên Çewlig, Amed, Herekol û Bestayê opeasyona leşkerî kir û ev hişyarî kir: “Heke pevçûnek derkeve, berpirsyarên wê ew kes in ên ferman dane.”
'Divê gel rê nede zîhniyeta DAIŞ’ê ku xwe li Kurdistanê birêxistin bike’
Endamê DÎK’ê Loknan Ozdemîr diyar kir ku di demên dawî de li Şemzînanê xebatên terîqetên xwedî zîhniyeta tundraw zêde bûne û got: “Ev terîqet xwedî zîhniyeta DAIŞ’ê ne û dewlet piştgiriyê dide wan. Divê gel rê nede ku ev zîhniyeta DAIŞ’ê bikare xwe birêxistin bike.”
Rojnamevan Aykol di çavdêriya awarte de jî dibe dengê girtiyan
Xwîn çûbû ser mejiyê rojnamevan Huseyîn Aykol û niha di beşa çavdêriya awarte de tê tedawîkirin. Ji girtîgehan ku Aykol bi salan e dengê wan radigand, peyam jê re tên şandin.