Rêveberiya Xweser: Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku pêşî li qirkirina Tirkiyeyê bigire
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê wek “qirkirin û piştgiriya terorîstan” pênase kir.
Wezîrekê YNK’yî îstîfa kir
Wezîrê Jîngehê yê Iraqê Nizar Amêdî ji wezîfeya xwe îstîfa kir û wek Berpirsê Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya Bexda hate diyarkirin.
Li Sakaryayê 2 karker mirin
Li navçeya Serdivan a Sakaryayê li înşaetekê asansor bi ser du karkeran de ket û karkeran jiyana xwe ji dets da.
Qedexeya alîgiran a ji bo maça Amedsporê hat rakirin
Beriya maça Amedsporê û Pendîksporê ya li Îdirê dê bê lîstin, biryara qedexeya alîgiran hat dayîn. Serokê Amedsporê Azîz Elaldi ragiand ku qedexe hatiye rakirin.
Di doza DÎAYDER'ê de ceza li 16 kesan hat birîn
Di doza endamên DÎAYDER'ê de ku hat lidarxistin, li 12 kesan 6 sal û 3 meh û li 4 kesan jî 7 sal û 6 meh ceza hat birîn.
Derbarê 9 kesên li Bilêxşe hatibûn girtin de biryara berdanê hate dayîn
3 jê Dayikên Aştiyê 9 kes piştî operasyona leşkerî ya li gundê Bilexşê hatibûn girtin. Dadgehê derbarê her 9 kesan de biryara berdanê da.
Ji bo maça Amedsporê biryara qedexeya alîgiran: Em ê dernekevin maçê
Beriya maça di navbera Amedspor û Pendîksporê ya li Îdirê de, biryara qedexeya alîgiran hate dayin. Serokê Kuluba Amedsporê Azîz Elaldi got ku heke biryar neyê betalkirin ew ê dernekevin maçê.
Girtiya nexweş Karaguzel li Amedê hate girtin
Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê ji bo dermankirinê hatibû taloqkirin, piştî biryara girtinê ya Dozgeriya Mûşê li Amedê hate binçavkirin û girtin.
Cenazeyê Aktaş hate teşhîskirin
Cenazeyê Ramazan Aktaş ê hate îdiakirin ku di pevçûna li maleke navçeya Artûklûyê de jiyana xwe ji dest daye ji aliyê malbata wî ve hate teşhîskirin.
Sê sal û 9 meh cezayê hefsê dan Beyoglû yê AKP’î
Huseyîn Beyoglû yê AKP’î ku YSK’ê li Şaredariya Rezanê tayîn kiribû, ji ber sûcê “Peywira xwe xerab bi kar aniye” 3 sal û 9 meh cezayê hefsê lê hate birîn
Saziyên sivîl ên Wanê: Temîzer ji ber nexweşiya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye
Saziyên Sivîl ên Civakî yên Wanê ku ji bo Serhat Temîzer daxuyanî dan, dan zanîn ku Temîzer ji ber nexweşiya xwe ya epîlepsiyê jiyana xwe ji dest daye û diyar kirin ku ew dê şopînerên bûyerê bin.
Bîlançoya 3 rojan a êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Di êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dehan navend hedef hatin girtin. Li gorî daneyên SOHR’ê, di êrişan de 27 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Piştî hate binçavkirin birin herêma operasyonê
Leşkeran Metîn Gunay ê li navçeya Stewrê di serdegirtina malê de hate binçavkirin, birin herêma operasyonê.
Dayika Aştiyê Oner jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Kûmrî Oner a li navçeya Hezexê dijiya jiyana xwe ji dest da.
Parêzer di dema danişînê de hate binçavkirin
Polîsên ku ketin danişîna doza DÎAY-DER’ê ya dihate lidarxistin, parêzerê OHD’î Bedîrhan Sarsilmaz binçavkirin.