Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 30 navend ji xizmetê derketin
Di encama êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heta niha zêdetirî 30 navend ji xizmetê derketine.
Bertekên li dijî êrişan: Îktîdara siyasî pêvajoyeke durû dimeşîne
Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Li rexekî dibêjin aştî li rexa din jî sivîlan qetil dikin û nexweşxaneyan bombebaran dikin. Pêvajoyeke durû tê meşandin. Divê her kes dengê xwe derxîne.”
Cînayeta Narîn Guran: Îdianame ji tespîtkirina faîlê rast dûr e
Ji Komîsyona Rapirsîna Cînayeta Narîn Guran a Baroya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku îdianame awayê qewimîna bûyerê, piştperdeya wê û ji tespîtkirina faîl dûr e û got ku ji bo tespîtkirina faîlên rast dê dozê bişopînin.
Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû di qonaxeke krîtîk de ye
Elîf Gemîcîoglûyê diyar kir ku rewşa bavê wê Abdurrahman Gemîcioglû yê ku tevî nexweşiya xwe ya giran di girtîgehê de ye di asteke krîtîk de ye û got: “Divê ATK demildest raporê amade bike. Ez difikirim ku ATK'ê bi zanebûnî raporê bi derengî xistiye."
‘Tirkiye demildest divê ji bo 'mafê hêviyê' sererastkirinên qanûnî bike'
Parêzera ÇHD'î Meral Hanbayat ku di nava rêxistinên hiqûqî yên serî li Konseya Ewropayê dan cih girt, diyar kir ku divê Tirkiye ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan demildest sererastkirinên hiqûqî bike.
‘Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe'
Li Amedê welatiyan diyar kir ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin û gotin: “Budçeya gel ji bo şer tê veqetandin. Balafir radibin, aborî ber bi sifirê ve diçe."
16 caran êriş li ser Şengalê pêk hatin: Tirkiye li Şengal û Rojava sûcên şer dike
Rojnamevan Îbrahîm Êzidî diyar kir ku dewleta tirk 16 caran êriş biriye ser Şengalê û got: "Hêzên navneteweyî ku xwe wekî parêzvaniya mafên mirovan dibîne, li ber van sûcên şer bêdeng dibîne. Dewleta tirk li Şengalê û li Rojava jî sûcên şer dike."
Navenda Kobanê û 366 gund bêceyran man
Di encma êrişên dewleta tirk ên li dijî stasyonên ceyranê de hem navenda Kobanê hem jî 366 gund bêceyran man.
Bejahiya Eyn Îsa û Girê Spî tên topbarankirin
Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê Eyn Îsa û gundewarên wê û gundewarên Girê Spiyê topbaran kirin.
Bi girseyî serdana şîna Dayika Aştiyê hat kirin
Serdana şîna Dayika Aştiyê Kumrî Oner ku jiyana xwe ji dest dabû hat kirin û hat destnîşankirin ku wê xwedî li têkoşîna wê bê derketin.
Tirkiyeyê êrişî Amûdê kir: 8 welatî birîndar bûn
Di êrişên Tirkiyeyê yên îro li ser bajare Amûdê de 8 welatî birîndar bûn.
Li Stenbol û Enqereyê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
ÎHD li Stenbolê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Sînan Çelîk û xwest bê berdan. Înîsiyatîfa Girtiyên Nexweş jî li Enqereyê xwest ku girtiyê nexweş Dede Anil bê berdan.
DEM Partiyê li Semsûrê du malbat li hev anîn
Rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê malbatên Varan û Dayan ên di navbera wan de dijminatî hebû li hev anîn.
Li Îzmîrê aqûbeta Cemîl Kirbayir hate pirsîn
Malbatên Windakiriyan û ÎHD’ê di çalakiya ku li darxistin de aqûbeta Cemîl Kirbayir ê piştî darbeya leşkerî ya 1980 hate binçavkirin û windakirin pirsîn û xwestin faîlên wî bên darizandin.