Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
Emîne Şenyaşar a ji ber daxuyaniyê xwe bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin, derket pêşberî dadger.
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Esenyurtê banga “mezinkirina berxwedanê” kir.
Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
Li gorî daneyên Wezareta Dadê tehliyeya 8 hezar û 521 girtiyan ji aliyê Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên Girtîgehan ve hatine astengkirin. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen got: “Biryarên tên dayîn ne ehlaqî, ne hiqûqî ne û qet jî ne wîjdanî ye.”
Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
Îdianameya derheqê rojnameger Semra Turan, Tolga Guney û Melîke Aydin hate qebûlkirin. Biryara şertê kontrola edlî ya rojnamegerên ji ber xebatên pîşeyî tên sûcdarkirin nehate betalkirin.
Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku hate girtin di îfadeya xwe de got ku îktîdar hewl dide îradeya gel xesp bike û bi îdiayên derheqê wî de re bingeha qeyûm amade bikin.
Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê kir.
1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
Rojnamevan Dîcle Ehmed a Berxwedana Kobanê 134 rojan kêlî bi kêlî şopand, diyar kir ku Kobanê ji bo DAIŞ a ji cîhanê re gefek bû, bû destpêka dawiya wê û wiha got: “Gefên li dijî Kobanê bi dawî nebûn. Gelên cîhanê deyndarê berxwedana Kobanê ne. Divê vî deynê xwe bidin.”
Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
Amediyan diyar kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û gotin ku heta gavên berbiçav neyên avêtin, ew ê daxuyaniyên tên dayîn wekî yên jidil û qanehker nebînin.
Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
Akademîsyen Kamûran Berwarî got ku ger hikûmeta Iraqê gilî bike, dibe ku ketina Tirkiyeyê ya nav qada hewayî ya Iraqê were qedexekirin.
Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nîqaşên koalîsyonê ku hatine destpêkirin dewam dikin û anî ziman ku li gorî encamên fermî ti partî bi tena serê xwe nikare bibe hikûmet û got: "Niha alternatîfa ku xuya dike koalîsyona bi YNK'ê re ye."
DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
DEM Partiyê ragihand ku dê hevserokên giştî tevî endamên MYK'ê û parlamenteran biçin Stenbolê.
Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
Rojnameger Oznûr Deger li Serdozgeriya Komarê ya Wanê giliyê kesên ku ji ber nûçeya xwe ya der barê çeteya şantajê de ku Ozcan Polat wê bi rê ve dibe, kir.
Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
Şaredarê Esenyûrtê Ahmet zer, piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin.