Xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin
Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azîme Bozkûrt hate binçavkirin.
Ozel ji bo Esenyûrtê bang kir: Darbe li îradeya gel hate kirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ê ji bo tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyûrtê şermezar bike hate navçeyê bi gotina “Darbe li îradeya gel hate kirin” bang li gel kir ku tev li çalakiya bê lidarxistin bibe.
Cezayê hefsê dan rojnamegerên girtin protesto kirin
Li 6 rojnamegerên jin ên dema ji bo hempîşeyên xwe yên hatine girtin çalakî li dar dixistin bi lêdanê hatibûn binçavkirin, 5 meh cezayê hefsê hate birîn.
Gel li Qada Esenyurtê kom dibe
Ji bo protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê û girtina Şaredar Ahmet Ozer, gel li Qada Esenyurtê kom dibe.
ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê diyar kir ku jiyana girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku li nexweşxaneyê tê tedawîkirin di xetereyê de ye û wiha got: “Divê bê berdan.”
Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin
Ji ber Şaredariya Esenyûrtê ya ku têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî lê were dayîn hatiye dorpêçkirin, DEM Partî û CHP’ê cih guhert û bang li gel kir ku li Qada Esenyûrtê kom bibin.
Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinê yên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir.
Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin
Rêxistinên hiqûqê yên lig elek bajaran girtina parêzer Bedîrhan Sarsilmaz protestokirin wiha gotin: “Em peyhatiyên kevneşopiyekê ne ku bêyî em li dijî tu zextan serî bitewînin ji bo hiqûqê têkoşiyane.”
Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê hate dirêjkirin
Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin hate dirêjkirin.
TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve
Rêveberiya TEV-DEM’ê di salvegera 10’emîn a Roja Kobanê ya Cîhanê de bal kişand ku gefên li ser destkeftiyên herêmê zêde bûne û banga xwedî derketina "Şoreşa Rojava" kir.
Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin
Şaredariya Esenyurtê ku qeyûm lê hate tayînkirin, beriya çalakiya girseyî ya CHP û DEM Partiyê hate dorpêçkirin.
Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan
Rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû ku di beşa venêrîna awarte de destkelemçekirî tê dermankirin, bang kirin û xwestin bê berdan.
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin
Çawişê pispor Enese Kazim Guldur ê li Dêrsimê peywira xwe dike, bi 12 kîlo û 600 gramên tiryakê hate girtin. Ji bo Guldur biryara girtinê hate dayin.
Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
Qeyûmê Şaredariya Esenyûrtê Can Aksoy, li meqamê şaredariyê wêne kişand.