Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
Yekemîn danişîna doza qetilkirina Narîn Guran îro tê lidarxistin û bersûcên girtî anîn edliyeyê.
'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Şaredariya Esenyûrta Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.
Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
Li Rihayê jinên di rêveberiya herêmî de cih digirin diyar kirin ku ew qeyûman qebûl nakin û wê gotina dawî ew bêjin.
Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
Hat zanîn ku kesên li Xelfetiyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi lêgerîna tazî, tundî û gefxwarinê re rû bi rû man.
Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
Xelkê Êlihê li dijî qeyûm çalakî li dar dixist û li ser êrişa polîsan, kolan veguherandin qadên berxwedanê.
Li Qoserê gel dest bi meşê kir
Di çarçoveya protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de li Qoserê meş tê lidarxistin.
Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
Li Kerboranê di qezaya trafîkê de ku rû da ji heman malbatê sê kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
Li çolterê Çiyayê Bagokê yê li navçeya Nisêbînê liv û tevgera leşkerî heye.
Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
Girtiyê siyasî Mehmet Başaran ku li girtîgehê krîza dil derbas kir û rakiribûn beşa lênihêrîna awarte, dîsa birin girtîgehê. Rêveberiya girtîgehê têkildarî rewşa Başaran agahî neda malbatê.
Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
Li Wanê bi beşdariya sedan kesan li ser Cadeya Cumhuriyetê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya protesetoyî ya “Ji bo îradeya gel rêzgir bin” hate lidarxistin. Bi sedan kesan li ser cadeyê zincîra ji mirovan çêkirin.
Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD’ê got ku li 23 girtîgehan di nava 3 mehan de hezar û 525 binpêkirinên mafan hatine kirin û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê 154 binpnêkirinên mafan hatin kirin.”
Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
Berxwedana li Mêrdînê ya li dijî tayînkirina qeyûm di roja sêyemîn de didome. Di berxwedanê de peyama "Em ê heta dawiyê têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî qeyûman bidomînin” hat dayîn.
Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê, bi beşdariya hezaran kesan ji sê aliyan ber bi şaredariyê ve meş hat lidarxistin. Di meşê de peyama “Em li vir in, li ser pêya ne, dê li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser kevin hate dayin.”
Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên mafên kesên di çalakiyên protestokirina qeyûm de tên binpêkirin, stant danî. Serokê baroyê Ahmet Duyan bang li hiqûzanan kir ku li dijî qeyûman dengê xwe derxin.
ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
ÎHD’ê têkildarî tayînkirina qeyûman ji Wezareta Karên Hundir re name şand û wiha got: “Biryara xwe betal bikin.”