Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir meşa li Mêrdînê ya li dijî qeyûm de axivî û wiha got: “Gelê kurd dê berxwedana xwe ya li kolanan a li dijî van polîtîkayan bidomîne.”
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî qeyûm di roja çaremîn de didome. Wesayîta bizirx a polîsan anîn cihê nobetê, piştî bertekan paşve hate kişandin.
Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de rêveberên DEM Partî, DBP, HDP, Avesta û Ege TUHAYDER’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, têkildarî tundiya li dijî rojnamegeran ku di demên dawî de zêde bûye, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de tundiya li dijî rojnamegeran hate şermezarkirin û peyama piştevaniyê hate dayin.
Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
Mehmet Ocalan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û ev tişt anî ziman: “Serok tu caran tiştên nerewa qebûl nake. Aqilê dewletê gotinên xwe bi cih nayîne.”
Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
Bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li Dadgeha Îdareyê hate dayin.
Li dijî qeyûman banga têkoşînê
Serokê Dev Yapî-Îşê Ozgur Karabûlût û Endamê Meclisa Ciwanan a HDK'ê Demîrcan Atakan destnîşan kirin ku divê têkoşîna li dijî qeyûmên hatine tayinkirin li kolanan bê pêşxistin.
Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
Siyasetmedar Ayla Akat Ata destnîşan kir ku ji hêla siyasetê ve ji her demê bêhtir bihêz in û wiha got: “Qeyûm dê biçin û em ê her li ser vê xakê bijîn. Bila gelê me moralê xwe xerab neke û berxwedana xwe bidomîne.”
'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
Welatiyên ku li Wanê bertek nîşanî desteserkirina vînê dan, li hemberî daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Muhatabê me birayên me yên kurd in" Îmraliyê nîşan dan.
Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
Danişîna ewil a doza Narîn Guranê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê xwest mudaxilî dozê bibe. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî got ku nûve hatine tunekirin.
Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, got ku ew ê bi tu awayî qeyûman qebûl nekin û xwedî li îradeya xelkê Êlihê derkevin.
Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
Serokê CHP’ê yê navçeya Beylîkduzuyê Mulayîm Demîrtaş tayînkirina qeyûman weke derbe pênase kir û wiha got: “Ji bo berê gel bidin hev her tiştî dikin. Divê her kes xwedî li îradeya xwe derbikeve.”
Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
Serokê TOD-DER Mûrat Kan diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û hawirdoreke çareseriyê bê afirandin.