Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê û bangên hikûmetê nirxand. Kartal, bal kişand ser banga hikûmetê ya “çekan deynin” û wiha got: “PKK ne sedem, encam e. Heta sedemên çekrakirinê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan.”
'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
Cîgira Seroka Baroya Amedê Şîlan Çelîkê got: "Di rastiyê de pirsgirêka kurd pirsgirêkeke bi sedsalan e û mirov nikare wê daxîne asta çekê. Pirsgirêka kurd pirsgirêka demokratîkbûyîn, wekhevî û edaletê ye."
Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
Gulşen Çalişkan a ku li gundê Bîrtawa yê navçeya Artûklûyê di gengeşeyeke ji ber veguhastina hilbijêran de birîndar bû û piştre jiyana xwe ji dest da, beriya ku bimire navê kiryar eşkere kir. Piştî vê kiryar hat girtin û paşê hat berdan. Lê salek e der barê kiryar de îdianame nehatiye amadekirin.
Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir.
Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
Meşa Dirêj a 26 rojan bi daxwaza ji azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareserî hat destpêkirin, di roja 10’an de li Parîsê berdewam kir.
Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
Li dijî tayinkirina qeyûmê ya li Şaredariya Sêrtê meşeke girseyî hat lidarxistin û banga çalakiya nobedê ya sibê hat kirin.
Dersîm Dag serbest hat berdan
Parlamentera berê ya Amedê ya HDP'ê Dersîm Dag ku li Stenbolê hatibû binçavkirin, serbest hat berdan.
Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bersiv da gotina Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ku digot; “Trafîka Îmraliyê bi dawî bû” û wiha got: “Tiştekî qediyayî tune ye. Em dibêjin bila ev destpêkek be û tecrîd were rakirin.”
Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Bendava Tişrînê bendava mirovahiyê ye. Em ji bo aştî û jiyaneke birûmet nobetê digirin.”
Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter gundê Qezalî yê li rojavayê Girê Spî topbaran dikin.
Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
Di çalakiya nobetê ya li dijî tayînirkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Sêrtê hatiye destpêkirin de daxuyanî tê dayin.
Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
Baroya Wanê û Şaxa OHD’a Wanê bertek nîşanî girtina endamê Desteya Rêveber a Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr da û banga têkoşîna hevpar kirin. Li Dîlokê jî li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin.
Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
Qeyûmê Şaredariya Sêrtê Kemal Kizilkaya, servîsên ji bo veguhestinê ji Şaredariya Misircê re hatibûn şandin jê stand.
OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir û da zanîn ku mafê bijartin û hilbijartinê yê milyonek û 777 hezar û 120 kesan hatiye binpêkirin.