Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar kir.
Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna endama YJA Starê Zehra Sebat ku di 7’ê Cotmeha 2024’an de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
HDK’ê ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ kampanya da destpêkirin û endamê HDK’ê Ramazan Şanci xwest ku hemû kes ji bo aştiyê rol bigire û bi hev re aştiyê pêk bînin.
Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
Li Sêrtê li dijî tayînkirina qeyûm meşeke girseyî hat lidarxistin.
Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji îdiaya “çûye herêma qedexe” tê darizandin. Ev îdia, bi rapora kesê pispor vala hate derxistin. Di raporê de wiha hate gotin: “Zeydan, 13,6 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû.”
Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
Karûbarên îfadegirtinê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi dawî bû.
Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
Rêya di navbera navenda Wanê û navçeya Miksê de ev 9 meh in girtî ye. Xelkê navçeyê jî ev du roj in vê rewşê protesto dike û dixwaze rêya wan were vekirin. Bi vê boneyê xelkê navçeyê duh meş li dar xist û îro jî dikanên xwe venekir.
Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
Ji 7 bajarên girêdayî Kantona Cizîrê gelek welatî ji bo tev li çalakiya nobetê bibin berê xwe dan Bendava Tişrînê.
Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
Di çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê de 6 kes hatibûn binçavkirin. Her 6 binçavkirî hatin berdan.
Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
Welatiyên xizmên xwe de şer de winda kirin, hêviyên xwe yên ji çareseriya pirsgirêka Kurd wiha vegotin: “Mesele berdana çekan nîne, mesele aştiyeke adilane ye. Ji bo vê divê qedexeya li ser zimanê me were rakirin û girtîgeh bên valakirin.”
Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di panela “Elewî li ser aştiyê diaxivin” de axivî û peyama Abdullah Ocalan a “Ji bo hemû gel û baweriyên vî welatî li ser bingeha hemwelatiya wekhev bên temsîlkirin dixebitim” parve kir.
Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
Girtiyê nexweş Siddik Guler ku nikare bimeşe xwest jê re erebeya astengdaran were dayin lê rêveberiya girtîgehê got “dema pêdiviya wî pê dibe bi kar tîne” û ev daxwaz red kir.
Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
Girtiya siyasî Nêrgiz Mihemedî ku li Girtîgeha Evînê tê ragirtin, peyamek şand û got ku têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyariyeke exlaqî, siyasî û mafên mirovan e.
Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku li Rojava ji bilî yekitiyê tu vebijêrkên Kurdan nînin û got: "Yekitî, ji bo Kurdan mecbûriyeteke."