Xwebûn bi manşeta ‘Çav û guh li Ocalan in’ derket
Hejmara 269’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çav li Ocalan in” derket.
Rojnameger Denîz: Li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin heye
Rojnameger Zana Denîz diyar kir ku li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bendava Tişrînê berxwedaneke mezin tê raberkirin û got: “Gel, ax, av û ceyrana xwe diparêze.”
Tulay Hatîmogûllari: Em ê bi hev re welatekî demokratîk ava bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku Abdullah Ocalan bi şev û roj 26 sal in di hucreyeke 12 metrekareyê de ji bo van rojan xebitiye û got: “Em ê bi hev re welatekî azad û demokratîk ava bikin.”
‘Ji bo çareseriyê divê em tevgera muzakereyan a civakî bidin destpêkirin’
Di konferansa HDK’ê ya “Di rêya jiyana wekhev û azad a gelan de, çareserî aştî ye” de hat diyarkirin ku çarseriya pirsgirêka Kurd bi hevrûbûna bi heqîqetê re û destpêkirina tevgera muzakereya civakî pêkan e.
Pirtûka Fîgen Yuksekdagê li Rihayê hate îmzekirin
Pirtûka Fîgen Yuksekdagê ya “Parastinên Bêsînor” li Rihayê hate îmzekirin û gotûbêj hat lidarxistin.
Bayindir ji îktîdarê re got: Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyê dike lê hûn?
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di mitînga Mêrsînê de wiha bang li îktîdarê kir: “Birêz Ocalan ji bo çareseriyê amadekariyan dike lê hûn ji bo çi amadekariyan dikin? Gel, çareseriya we mereq dike.”
Ozer êrişa polîsan vegot: Bi zanebûn hedef hatim girtin
Vedat Ozer ê di êrişa polîsan de birîndar bûbû û tedawiya wî ya li Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê didome, wiha got: “Polîsan ji ewil pir hişk li patika min xistin. Piştre jî bi zanebûn hedef hatim girtin û yekser gaz avêtin serûçavên min.”
PDK’ê bi ser Televîzyona KNN’ê de girt
Hêzên girêdayî PDK’ê bi ser ofîsa Televîzyona KNN’ê ya li Hewlêrê de girtin.
Dewleta tirk êrişî gelek gundan kir: Zarokek hate qetilkirin
Dewleta tirk gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Di encama êrişa ser gundê Sakiro yê Eyn Îsayê de zarokek hate qetilkirin.
Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û zextan dan
Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balcan bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û êrişên ser mafê agahîgirtinê yê gel da û got: “Divê li dijî êrişan bêyî cihêkarî were kirin divê seknekî topyekûn were nîşandan.”
Di mitînga Mêrsînê de banga ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’
Di mitînga “Azadiyê” ya li Mêrsînê de girseyê bi yekdengî daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan qêriya.
Ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn mewlûd hate dayin
Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, mewlûd hate dayin.
Sûcên dewleta tirk ên ji destpêka 2025’an ve li Başûr hatine kirin
Di encama êrişên dewleta tirk ên ji destpêka sala 2025’an ve li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de 2 muhafizên sînor, 4 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin; muhafizekî sînor û 2 sivîl birîndar bûn.
Bakirhan: Peyama Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku her kes peyama Abdullah Ocalan mereq dike û wiha got: “Peyama birêz Abdullah Ocalan dê li gorî ruhê Çanakkaleyê be.”