Li Stenbolê li dijî şaredariyên CHP’î operasyon: 10 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê li dijî 7 şaredariyan operasyon hate kirin û cîgirên şaredaran û endamên meclisan jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Li Rihayê 2 kes hatin girtin
Li Rihayê 2 kesên hatin binçavkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû şîn hate danîn
Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin, malbata wî û Çapemeniya Azad şîn danî. Şîn dê sê rojan bidome.
Di dema muayeneyê de kelemçekirina destan li girtiyan ferz kirin
Di dema muayeneyê de li girtiyan hate ferzkirin ku destên wan bên kelemçekirin. Girtiyên li dijî vê derketin, bêyî bên tedawîkirin dîsa birin girtîgehê.
Ji jinan meşa ‘azadiyê’: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsan li Wanê êrişî meşa “Azadiyê” kirin. Gelek jin li erdê hatin kaşkirin û binçavkirin.
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê banga ‘muzakereyan’ kir
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ji bo aştiyeke rast û mayinde banga destpêkirina pêvajoya muzakereyan kir û got: “Divê hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz bi hemû derfetên xwe mudaxilî vê pêvajoyê bibin.”
Di meha 112’emîn a Komkujiya Gara Enqereyê de daxwaza edaletê
DAÎŞ’ê di sala 2015’an de dema mîtîng dihat lidarxistin li Gara Trenê ya Enqereyê êrîşa bombeyî pêk anî û kesên ku hatin qetilkirin di meha 112’emîn de hatin bibîranîn.
AYM’ê ji bo desteserkirina nameya ji Abdullah Ocalan re hatiye şandin biryara ‘binpêkirinê’ da
Nameya Alî Îhsan Dost a ji Rêberê PKK’ê Abdullah ocalan re nivîsandibû hatibû desteserkirin. AYM’ê got ku sedemeke şênber a desteserkirina nameyê nehatiye nîşandan û got: “Mafê azadiya agahîgirtinê hatiye binpêkirin.”
Şandeya Îmraliyê dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo hevdîtina bi Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talabanî dê biçe serdana Herêma Federe ya Kurdistanê.
Rojnameger Necla Demîr ji ber rojevên jinan tê sûcdarkirin
Di îdianameya rojnameger Necla Demîrê de bernameyên têkildarî tundî û binpêkirinên mafên jinan weke sûc hatin nîşandan. Ji bo Xwediyê Produksiyona Medya Guncelê Welat Ekîn jî îdiaya “rayedarê Medya Haberê” hat kirin.
Şertê kontrola edlî ya rojnamegeran hate rakirin
Şertê kontrola edlî ya rojnameger Semra Turan û Melîke Aydin hate rakirin.
Li Şirnexê ketin û derketina li 11 herêman hate qedexekirin
Walîtiya Şirnexê, Herêma Besta û çiyayên Cûdî û Gabarê jî di nav de ku talankirina xwezayê lê didome, 11 herêm bi hinceta “ewlehiyê” qedexe kir.
Danişîna 3 rojnamegeran dest pê kir
Danişîna doza nûçegihanên MA’yê Semra Turan û Tolga Guney û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, dest pê kir.
Bêrîtan Zagros: Tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin
Rojnameger Azîz Koyluoglû ji hela dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. Rojnameger Bêrîtan Zagros ku hevala Koyluoglû ya xebatê ye, diyar kir ku rojnamegerên Kurd serdestiya psîkolojîk a dewletê têk dibin lewma hedef tên girtin û got: “Lewma tolê ji Çapemeniya Azad dihilînin.”
‘Em polîtîkayên jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin’
Meclisa Jinan a DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên jinan li Meclisê daxuyanî dan. Jinan, diyar kirin ku polîtîkayên AKP’ê ji bo bênasnamekirina jinan e û gotin: “Em polîtîkayên ku jinan wek kirdeya jiyanê nabînin red dikin.”