Uçar ji Yavaş re got: Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li li nirxên gelê Kurd bike
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiya Newrozê ya Dîlokê de axivî û wiha bertek nîşanî gotinên Mansur Yavaş da: “Li dijî têkoşîna azadiyê zimandirêjiyê dike. Em nahêlin kesek zimandirêjiyê li dijî nirxên gelê Kurd bike.”
Gultan Kişanak: Dora gavavêtinê ya Enqereyê ye
Siyasetmedar Gultan Kişanak di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de got: “Birêz Ocalan ji bo tifaqa Kurd-Tirkan gavekî gelek girîng avêt. Dora gavavêtinê niha ya Enqereyê ye.”
Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Em li dijî derbeya li dijî vîna gel in
Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û weke “derbeya li dijî îradeya gel” nirxand.
Dengê Abdullah Ocalan li Yenîkapiyê olan da
Nirxandinên Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, di pîrozbahiya Newrozê ya Stenbolê de ji hêla sed hezaran kesan ve hate guhdarîkirin.
DBP’ê bertek nîşanî girtinan da
DBP’ê bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Divê daraz paşvegavê biavêje û dev ji êrişa xwe ya li dijî îradeya gel berde.”
Qada Yenîkapiyê bi tevlibûna sed hezaran kesan tije bûye
Ji bo pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Stenbolê bi sed hezaran kes li Qada Yenîkapiyê hatin gel hev.
Ozel: Tekane sûcê wî têkbirina Erdogan bû lewma hate girtin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî girtina Ekrem Îmamoglû wiha got: “Tekane sûcê wî têkbirina Recep Tayyîp Erdogan e lewma hate girtin.”
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Em berxwedanê mezin bikin
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di pîrozbahiya Newrozê de gotin: “Li dijî kesên dixwazin Rojhilata Navîn û welatê me mehkûmî tarîtiyê bikin, em berxwedana xwe mezin bikin.”
Li Stenbolê pîrozbahiya bicoş a Newrozê dest pê kir
Pîrozbahiya Newrozê ya li Stenbolê ku bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” tê lidarxistin, dest pê kir. Welatî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” re xwedî li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin.
Ji Ekrem Îmamoglû peyama ewil: Hûn ê têk biçin!
Ekrem Îmamoglû têkildarî biryara girtina xwe peyama ewil şand û got: “Tu feydeya tirsê ji bo ecelê nîne, hûn ê têk biçin.”
Li 19 navendan Newroz hat pîrozkirin
Stenbol jî di nav de li 19 navendên cuda pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê: Em qebûl nakin
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan.
Li Edeneyê govenda Newrozê
Li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a ku dê Newroza lê tê pîrozkirin, gel bere xwe da qadê. Gel di govenda azadiyê de hatin cem hev.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bertek nîşanî girtina Îmamoglû dan
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû dan û gotin: “Girtina Îmamoglû ya ji hêla daraza li gorî fermanên îktîdarê tevdigere, derbeyeke li dijî edalet û demokrasiyê ye.”
Ji CHP'ê berteka ewil: Dê hesabê vê bidin
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Dê hesabê vê bidin.”