Gelek rojnameger hatin binçavkirin
Di encama serdegirtinên malan ên li Îzmîr û Stenbolê de gelek rojnameger hatin binçavkirin.
Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tunce Bakirhan, got: “Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtina Îmamoglû, bi deomkrasiyê heye.” Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî got: “Ji bo têkoşîna hevpar a aştiya Tirkiyeyê em ê li vir bin.”
Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
Li Antalyayê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin. Gel bi dirûşmên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ qada Newrozê tije kirin.
Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û bal kişand ku têkoşîna li dijî zilmê û got ku têkoşîn mafek e.
Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
Li Stenbolê piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sed hezaran kes tev li bûn, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meş hat lidarxistin û girse ji qadê derket.
Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
Newroza biheybet a Stenbolê ku bi beşdariya sed hezaran kesan hat lidarxistin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.
Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
Sebahat Tûncel di pîrozbahiya Newrozê ya li Meletiyê de axivî û got, "Hêvî heye, vê carê em dikarin aştiyê pêk bînin. Em bi we bawer in."
Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiya Newroza Stenbolê de axivî û got: “Îro li vî bajarî derbe hate kirin.”
Di pîrozbahiyên Newrozan de daxwaza hevpar: Ji Ocalan re azadî
Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocaaln derket pêş. Her wiha girtina Ekrem Îmamoglû hate şermezarkirin.
Li Antalyayê Newroza azadiyê: Divê hikûmet gav biavêje
Di pîrozbahiya Newrozê ya Antalyayê gel li banga ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Abdullah Ocalan xwedî derket. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û wiha got: "Pêwîste hikûmet ji bo demokrasiyê gavan biavêje."
Ozel ji bo Newroza Stenbolê peyam şand: Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ji Newroza Stenbolê re peyamek şand û wiha got: "Em gel in, bi mîlyonan kesên tiyê wekhevî û azadiyê ne. Rojên ku em govenda azadiyê bigerînin nêz in."
14 baroyan bertek nîşanî Yavaş dan: Em şermezar dikin
14 baroyan bertek nîşanî heqareta Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş a li dijî nirxên gelê Kurd dan û şermezar kirin.
Bayindir: Gelê Kurd wê azadiya Ocalan bibîne
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir ku beşdarî Newroza Edeneyê bû got, "Gelê Kurd wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Em ê têbikoşin."
Bakirhan: Banga birêz Ocalan şense û vî şensî bi kompasan pûç nekin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bertek nîşanî girtina Ekrem Îmamoglû da û got: “Banga birêz Ocalan ji bo Tirkiyeyê şens e. Vî şensî bi kompasên darazê pûç nekin.”
Ekrem Îmamoglû: Li qadên demokrasiyê dengê xwe bilind bikin
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû yê hat girtin bertek nîşanî girtina xwe da û wiha got: "Pêvajoya dadgeriyê ya hatiye meşandin ne pêvajoyeke dadgeriyê ye. Bi temamî înfazeke bê daraz e."