Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin
Herî kêm 42 rojnameger cejn li girtîgehê pêşwazî kirin

Seroka MKG’ê Roza Metîna diyar kir ku rojnameger Cejna Remezanê di girtîgehê de pêşwazî dikin û got: “Li dijî êrişan divê rojnameger xwe bêhtir birêxistin bikin.”

Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin
Onver qetil kirin û ser re jî ji malbata wî pereyan dixwazin

Emre Onver ê YPS’î di dema qedexeya derketina kolanan a li Geverê de hatibû qetilkirin. Dewletê, malbata Onver da îcrayê. Bav Necmettîn Onver, got: “Hem kurê min kuştin hem jî pereyan dixwazin.”

Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin
Bi ser banga dîrokî re mehek derbas bû: Divê li Meclisê komîsyona çareseriyê bê avakirin

Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Ahmet Asena diyar kir ku bi ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê tu gav neavêtiye û got: “Ji bo aştî û civaka demokratîk divê li Meclisê komîsyonek were avakirin.”

Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje
Parastvanên mafên mirovan: Divê dewlet gavan biavêje

Parastvanên hiqûq û mafên mirovan ên Rihayê diyar kirin ku divê dewlet bi berdana girtiyên nexweş û siyasî bersivê bide “Banga Aştî û Civaka Demokratîk.”

ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN
ROJEVA 31'Ê ADARA 2025'AN

Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn
Mahîr Çayan û rêhevalên xwe hatin bibîranîn

Serokê Federasyona 78’iyên Şoreşger Huseyîn Esenturk di bîranîna Mahîr Çayan û rêhevalên wî de axivî û got: “Tam jî dema Mahîrbûnê ye. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”

Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin
Malbatên YBŞ’iyan ji 14 welatan re name şandin

Malbatên 5 YBŞ’iyên ji hêla Iraqê ve dîl hatine girtin, ji 14 welatan re name şandin û xwestin zarokên wan bên berdan.

Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî
Mehmet Latîfecî hat bibîranîn: Di têkoşîna gelen de dijî

Serokê DEP’ê yê Samandagê Mehmet Latîfecî ku hatibû qetilirin, li ser gora xwe hate bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di bîranînê de axivî û got: “Heta ku alaya wan bi ser dikeve em ê vê têkoşînê mezin bikin.”

Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin
Gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê hatin ziyaretkirin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya Cejna Remezanê çû serdana gorên Rojîn Kabaîş û Narîn Guranê.

Tevî agirbestê jî êriş berdewam in
Tevî agirbestê jî êriş berdewam in

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî agirbestê jî dewleta tirk di tevahiya meha Remezanê de êrişên xwe domand.

Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin
Goristana Gaziyê hate ziyaretkirin: Em ê têkoşînê mezintir bikin

Çîçek Otlu ya DEM Partiyî di serdana goristanan a li Stenbolê de axivî û got: “Divê têkoşîn were mezinkirin û em nîşan bidin ku xeyalên wan nîvco nemane.”

Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye
Hevberdevkê HDK’ê: Mesele ne CHP pirsgirêka demokrasiyê ye

Hevberdevkê HDK’ê Alî Kenanoglû diyar kir ku hevkariya wan a bi muxalefetê re weke “sûc” tê nîşandan û got: “Ev ne meseleya CHP û HDP’ê ye, ev pirsgirêka demokrasiyê ye. Ev pêvajo, divê ji bo avakirina civaka demokratîk weke firsendek were dîtin.”

Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî
Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî û got: “Hêj jî rêya me ronî dikin.”

CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin
CHP’ê kampanyaya îmzeyan li Trabzonê da destpêkirin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel kampanyaya îmzeyan a li dijî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû dane destpêkirin, li Trabzonê ragihand.

Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt
Sabrî Ok: Dewletê gavên pêwîst neavêt

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye lê hêj jî dewletê gav neavêtine û got: “Kongre, tenê dikare bi pêşengtiya Rêber Apo bicive.”

< 320 321 322 323 324 > Rupel 322 / 5.358