ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN
ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2025'AN

Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
Ji Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim

Abdullah Ocalan, ev peyam şand: "Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim."

Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin
Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin

Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi boneya Cejna Remezanê bi xizmên xwe re hevdîtin kirin.

KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin
KNK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî: Em ê têkoşîna wan bidomînin

KNK’ê bi boneya sala 78’emîn a darvekirina Qazî Mihemed û rêhevalên wî daxuyanî da û bi bîr anî. KNK’ê got: “Gelê Kurd dê bi xwedîderketina li Qazî Mihemed û hevrêyên wî têkoşîna xwe bidomîne.”

Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin
Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li Qada Şêx Seîd cejna gel pîroz kir.

Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
Guler Bîlen a piştî 32 salan hate berdan bi girseyî hat ziyaretkirin

Guler Bîlen ku piştî 32 salan ji girtîgehê hate berdan, bi girseyî hate ziyaretkirin.

DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin
DEM Partî û AKP’ê cejna hev pîroz kirin

DEM Partî û AKP’ê piştî 10 salan cejna hev pîroz kirin. Resûl Kurt ê AKP’î diyar kir ku civak xwedî li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye.

Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye
Li DEM Partiyê pîrozkirina cejnê: Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke girîng de ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiya cejnê de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo civaka demokratîk biisrar e û got: “Têkoşîna demokrasiyê di qonaxeke pir girîng de ye. Divê em ji bo aştiyê bêhtir hewl bidin.”

Li Amedê jinek hate qetilkirin
Li Amedê jinek hate qetilkirin

Jina bi navê Dîlan Aslan li Amedê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.

DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin
DEM Partî û MHP’ê cejna hev pîroz kirin: Em dikarin Tirkiyeyeke nû ava bikin

Şandeyeke MHP’ê bi wesîleya cejnê hat serdana DEM Partiyê. Di hevdîtinê de bal kişandin ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate gotin ku li pêşiya Tirkiyeyê firsendeke dîrokî heye.

PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî
PÎK’ê Qazî Mihemed û rêhevalên wî bi bîr anî

Partiya Îslamî ya Kurdistanê bi boneya sala 78’an a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û rêhevalên wî daxuyanî da û bi bîr anî. PÎK’ê got: “Hemû S¸ehi^de^n Kurdistane^ serbilindi^ u^ serfiraziya me ne.”

Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû
Ji Bahçelî daxuyaniyeke nû

Tevî bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mehek derbas bûye jî dewletê hêj tu gav neavêtiye. Di rewşeke wiha de Devlet Bahçelî qala “reforman” kir.

Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn
Newroza 2025’an: Peyam zelal bû; demokratîkbûn

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar pîrozbahiyên Newroza îsal nirxand û got ku bi sed hezaran kes li qadan xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine û daxwaza xwe ya ji bo demokratîkbûnê anîne ziman.

Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin
Bi telîmata ser telefonê bi ser malan de hatiye girtin

Parêzer Mert Yedek ku pêvajoya binçavkirinê ya kesên li Eskîşehîrê ji ber “protestoyên Îmamoglû” hatine binçavkirin dişopîne, got: “Biryara binçavkirinê tune bû. Dema em bi dozgeriya nobedar re axivîn, ji me re got ku hêj biryar derneketiye û bi telîmata ser telefonê binçavkirin çêbûne.”

Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin
Bihayê amûrên medîkal ên ji bo astengdaran zêde dibin

Serokê Kuluba Huner û Sporê ya Kêmendaman a Eskîşehîrê Ekrem Tekîn bal kişand ser zehmetiyên welatiyên astengdar ên di nava jiyana rojane de û got ku divê cihêkariya pozîtîf ji dibistana seretayî ve hînî zarokan were kirin.

< 319 320 321 322 323 > Rupel 321 / 5.358