Cenazeyê zarokê di Çemê Dîcleyê de wer bû hat dîtin
Ahmet Erçîl ê 12 salî ku duh di Çemê Dîcleyê de wer bûbû û ketibû ber şîpê, cenazeyê wî hat dîtin.
Nexweşxaneyê rê nîşan da: Nikare di girtîgehê de bimîne lê dikare sewqî Tîpa R’yê bê kirin!
Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê, der heqê girtiyê nexweş Hakki Goren rapora “Nikare pêdiviyên xwe bi tena serê xwe bicih bîne” da û got dikare seqwî Girtîgeha Tîpa R’yê were kirin.
Xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ê hat kuştin: Divê edalet pêk bê
Ozlem Tosûn, xwişka rojnamevan Hakan Tosûn ku dema li Esenyûrtê diçû mala xwe bi êrişekê re rû bi rû ma û jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser kêmasiyên di dosyeya lêpirsînê de û got: "Em dixwazin edalet pêk were."
Di 10 mehan de li Wanê 158 binpêkirinên mafan hatin jiyîn
Li gorî rapora Şaxa ÎHD’a Wanê, di nava 10 mehan de li bajar herî kêm 158 binpêkirinên mafan çêbûn. Binpêkirinên qeyûm, zexta sîxurtiyê û sepanên li girtîgehan çendek ji van binpêkirinan e.
Ciwanan bang kir: Em bi hev re li dijî tiryak û fihûşê tevdîran bigirin
Ciwanan bal kişandin ser belavbûna polîtîkayên şerê taybet ên wekî tiryak, fihûş, çetebûn, çekdarîkirina takekesî û sîxuriyê û banga "Werin em bi hev re tevdîran bigirin" kirin.
Dr. Firat Gezer: Divê fikarên malbatên astengdaran bê çareserkirin
Pisporê Perwerdeya Taybet û çalakvanê mafên astengdaran Dr. Firat Gezer, bal kişand ser pirsgirêkên ku astengdar pê re rû bi rû ne û got, divê fikara malbatan a "Dema ez mirim dê çi bi zarokê min were" bê çareserkirin.
Paytexta duyemîn a Ûrartûyan bi tunebûnê re rû bi rû ye
Qereqol, kulûbeyên nobedariyê û terasa seyrê yên ku li ser lûtkeya Toprakkale ya ku wek paytexta duyemîn a Qraliyeta Ûrartûyê tê qebûlkirin hatine çêkirin, dîroka hezar salan bi tunnebûnê re rû bi rû dihêle.
Prof. Dr. Şebnem Oguz: Pêvajo ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê qonaxeke diyarker e
Prof. Dr. Şebnem Oguz bal kişand ser girîngiya civakîbûna aştiyê û got: "Îro meseleya Kurd û pêvajoya aştiyê, ne tercîheke taktîkî ye. Ji ber vê yekê, girîng e ku CHP rêbazek berfirehtir bipejirîne ku barê aştiya civakî hilgire."
Li Mêrdînê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê xebat hat destpêkirin
Hevberdevkê Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê 'Şiyar Be!' yê Mêrdînê Mucahît Cevheroglu, diyar kir ku ew ê li hemberî firotina tiryakê û tiryakkêşiyê "ji bo jiyaneke nû çareseriyên alternatîf biafirînin."
Aliyekî Dêrazorê wêran e, aliyê din tê avakirin
Dêrazor a ku li Sûriyeyê di navbera bajaran de wekî pirekê ye û ji aliyê bazirganî û lojîstîkê ve xwedî cihekî stratejîk e, li herêma di bin kontrola HTŞ'ê de hîn şopên kûr ên şer dixuye, lê li aliyê Rêveberiya Xweser pêşerojeke nû tê avakirin.
Aloziya li Lacanê didome: Alavên rojnamevanan hatin desteserkirin
Li navçeya Gwer a bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê, aloziya di navbera peşmergeyên PDK’ê û şêniyên gundê Lacanê de dewam dike.
Şandeya DEM Partiye ji Îmraliyê vegeriya
Endamên Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Îmraliyê vegeriyan.
Konsulê DYA’yê yê Edeneyê DEM Partî ziyaret kir
Konsolosê DYA’yê yê Edeneyê Eric R. Mehler û Midûra Karên Siyasî Minta Brodzinski çûn serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê û têkildarî pêvajoyê agahî girtin.
Zaroka rastî êrişa zayendî hatibû dê li dadgehê bê guhdarîkirin
Danişîna doza S.K. ku êrişa zayendî li zaroka 12 salî kiribû û dayika zarokê ku tê îdiakirin ji bo êrişê alîkar bûye, hate taloqkirin.