Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
Dayika Aştiyê Aliye Tîmûr a ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, hat definkirin.
Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rûniştina xwe ya 120ˊan de rêziknameya meclisê erê kir û navê Desteya Çandê kir Desteya Çand û Ronakbîriyê.
Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
Hate ragihandin ku li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê jineke Kurd a bi navê Ezîze Mûradiyan ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û agahî jê nayê wergirtin.
Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin
Şîna endamê HPG’ê Serhat Korkmaz bi girseyî hate ziyaretkirin.
Barzanî: HSD dê bêyî garantiya entegrebûnê çekê danayne
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzani, der barê entegrebûna HSD'ê ji bo artêşa Sûriyeyê de got: "Van hêzan bedelên bêhempa dan û bêyî garantiya entegrebûnê nayê hêvîkirin ku çekên xwe deynin."
'Astengdar rastî cihêkarî û îzolasyonê tên’
Parastvanên mafan diyar kir ku astengdar rastî cihêkariyê û polîtîkayên îzolasyonê tên û xwestin pirsgirêkên astengdar dijîn di çarçoveya peymanên navneteweyî de bên çareserkirin.
Tedawiya rojnameger Aykol didome
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî û li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin, bi antîbiyotîkên nû didome.
Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' ya DEM Partiyê eşkere bû
Bernameya Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ku dê ji aliyê DEM Partiyê ve di 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê bê lidarxistin, eşkere bû.
Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê
Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina "Ev pirsgirêk pirsgirêka min e" bi bîr xist ku di sala 2005'an de di serdana Amedê de kiribû û got, di mijara pêvajoyê de ew xwedî heman îradeyê ne.
Ingilistanê piştgirî da pêvajoyê
Wezareta Karên Derve ya Ingilistanê, piştgiriya xwe ya bi pêvajoya di navbera Tirkiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd de ragihand û bang li aliyan kir ku rêzê ji ewlehî, îstîqrar û serweriya hiqûqê re bigirin. Wezaretê, bang li Tirkiyeyê kir ku li gorî biryarên DMME’yê tevbigere.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îdiaya ‘Dê li dijî Bahçelî derbe bê kirin’ derewand
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî îdiaya Şamîl Tayyar ku digot “Abdullah Ocalan di hevdîtina bi Şandeya Komîsyonê ya Meclisê re de got heke pêvajo bi ser nekeve dê di nava MHP’ê de li dijî Bahçelî derbe bê kirin” axivî û ev îdia derewand.
Ji Abdullah Ocalan peyama hiqûqa yekpare: Dê diyardeya mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku têkildarî hevdîtina bi Abdulah Ocalan re daxuyanî da, ragihand ku Ocalan gotiye, "Di pêvajoya demkî ya em tê de ne, dê bi pêkanîna qanûneke aştiyê ya xweser û li ser esasê hiqûqa yekpare re, diyardeya tundiya siyasî û mudaxileya li derî demokrasiyê ji rojeva Tirkiyeyê derkeve."
Rapora DFG'ê: Binçavkirin, girtin, lêpirsîn û cezakirin didomin
Li gor rapora DFG'ê, di meha Mijdarê de li 15 rojnamevanan 17 sal cezayê girtîgehê hatiye birin, 8 rojnamevan hatine binêavkirin, der barê 8 rojnamevanan de doz û 14 kesan de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Ji ber dozên berê darizandina 79 rojnamevanan î dewam kir û 91 rojnamevan jî ji kar hatine derxistin.
5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin
Li Îzmîrê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 endamên TOP'ê hatin binçavkirin.
Bîranîna Ozgur Ulkeyê: Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin
Di bîranîna sala 31’emîn a bombekirina rojanmeya Ozgur Ulkeyê de ev peyam hate dayin: “Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê, em ê ewqas nêzî aştiyê bin.”