Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
Li Mêrdînê R.B yê ku ji ber îstîsmara zayendî ya li 2 zarokan dihat darizandin, tevî ku sûc qebûl kir jî ji ber îfadeyên di dema danîşînê de guherî serbest hat berdan.
Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
Endamê Komîsyona Edaletê ya Meclisê Onur Duşunmez ê DEM Partiyî diyar kir ku hewceye di pêvajoya nû de di qanûnan de sererastkirin bên kirin û got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be.
Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
Yuksek Ozturk ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Ozturk, got: “Ruhê her kesî niha di vê pêvajoyê de ye.”
Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
Ji bo siyasetmedar Hamît Geylanî li Navenda Giştî ya DEM Partiyê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
Rêxistina ESP’ê ya Amedê li pêşiya edliyeyê çalakî li dar xist û xwest girtîgehên bi “tîpa bîrê” bên girtin û girtiyên siyasî bên berdan.
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan ku jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate definkirin.
Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan got; “Destûra bingehîn ne peymaneke civakî ya tenê partiyekê ye, tevahiya gel digire nav xwe.” Erdogan ji bo pirsa “namzetiyê” jî got: “Em îro jî sibe jî guh bidin dengê gel.”
Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
Rêveberên Baroya Stenbolê hincet nîşan dan û tev li danişîna ku di roja duyemîn de didome, nebûn.
Abdulsamet Turan tehliye bû
Danişîna ewil a doza Abdulsamet Turan ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin hat lidarxistin û biryara tehliyeyê hate dayin.
Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
Mehmet Çakmakçi ku li navçeya Başanê 2 xwişk qetil kiribû, li gundekî ser sînorê Ermenistanê hate girtin.
Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
Danişîna ewil a doza Mûsa Orhan ku destdirêjî li Îpek Erê kiribû û bûbû sedema mirina wê û bi sûcê “Kesek a din arastayî întîharê kiriye” tê darizandin, hat lidarxistin. Orhan tev li danişînê nebû û daxwaza girtina wî hate redkirin.
KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
Di danezana 23’yemîn Civata Giştî ya KNK’ê de ji bo rêxistinên Kurdistanê banga xwedîderketina li yekitiya neteweyî û pêvajoyê hate kirin.
Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
Bavê Îpek Erê Fuat Er di danişîna doza çawişê pispor Mûsa Orhan de axivî û got: “Orhan, ji keça min re got; ‘Li pişt min dewlet heye, tu kes nikare xwe têkilî min bike.’ Ji min re jî got; ‘Hûn nikarin tu tiştekî bikin.’ Ji roja ewil heta niha dewlet li pişta wî ye.”
Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
Ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Duran Kalkan diyar kir ku di pêvajoya nû de pirsgirêka baweriyê ya Kurdan li dijî dewletê heye û got: “Pêvajo bi gavên yekalî nameşe. Divê her du alî gavan biavêjin. Bawerî wê demê dê pêş bikeve.”