Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Hevserokê Koma Çep a PE'yê Martîn Schirdewan tevî şandeyekê bi fermanda YPJ'ê Rojhilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî û têkildarî geşedanên herêmî agahî wergirt.
Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
Li Amedê bi pêşengiya TJA'yê bi hezaran heta Ulu Camiyê meşiyan û jinan diyar kirin ku dê li dora 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' bibin yek û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
Di çalakiyên Enqere û Stenbolê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweşên giran Firat Nebîoglu û Mecît Başdaş her roja diçe girantir dibe û daxwaza tehliyeya wan hat kirin
Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
Li Amedê bi sernavê 'Civaka demokratîk û mafê hêviyê' panel hat lidarxistin. Elîf Tûran bal kişand ku mafê tenduristî û jiyanê diyar kir ku ev maf nabin mijara bazarê.
Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
Bi minasebeta 20’mîn salvegera koça Ekîn Ceran Dogrûak, bi merasimekî ve li ser gora wê hat bibîranîn.
Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
Xizmên windayan di çalakiyên vê hefteyê de bal kişandin ser çalakiyên Dayikên Şemiyê ku 30 sal in didome û gotin ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
Di komxebata bi navê “Di Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê de Nêzikatiyên Pirhêl” a di pêşengiya Meclisa Tenduristiyê ya Konseya Bajarê Amedê hate lidarxistin de giringîya xeta rêxistinkirinê ya li dij têryakêşiyê hate destnîşankirin.
Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca bi rayedarên desthilata Şamê re hevdîtin pêk bîne çû Şamê.
30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
Çalakiya Dayikên Şemiyê di sala 30'emîn de ye û vê hefteyê aqûbeta Mehmet Saît Zengîn hat pirsîn û çalakgeran got: "Em aştiyê û windayan dixwazin. Em aştiyê û heqîqetê dixwazin. Em aştiyê û edaletê dixwazin. Em aştiyê û demokrasiyê dixwazin."
Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
Hevseroka DEM Partiyê di çalakiya xizmên windayan de axivî û got, "Divê ev rûbirûbûna rasteqîn pêk were. Divê lêborîneke fermî ji malbat, civak û her kesên berdêl dane, bê xwestin."
Ji CHP'ê biryara civîna awarte
CHP'ê piştî operasyona binçavkirinê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê biryara civîna awarte da.
‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
Zanyara siyasetê Yasemîn Ozgun balê kişand ser nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd û got, "Bêyî ku di rêya demokratîkbûnê de gavan biavêjin, pêşketin gelekî ne pêkan e. Aştî û demokrasî ne tiştên ji hev cuda ne; ew tişt in ku dikarin bi hev re bimeşin."
Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
Hat diyarkirin ku çawişê pispor O.S. ê ku li Fermandariya Cendermeyan a Hezexê peywirdar bû întîxar kiriye.
Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
Rojnamevan Alî Dûran Topuz diyar kir hem nûçeyên di medya hikûmetê de tên weşandin û hem jî xebatkarên medyaya wan daxuyaniyên samîmî yên der barê pêvajoyê de jehrî dikin.
Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
Kurdên li Japonyayê dijîn di hedefa komên nîjadperest de ne. Sekreterê Giştî yê Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Vakkas Çolak ragihand ku di nava kesên dij koçber de kesên bi nêzîkbûna wek alîgirên Partiya Zaferê jî hene.