Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
Doza aktivîsta TJA'yê Ayla Akat Ata de ku ji ber axaftinên wê yên di dema parlamenteriya xwe de kiribûn û ji ber xwepêşandan û çalakiyên ku ew beşdarî wan bûbû tê darizandin, hemû daxwaz hatin redkirin.
Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
Di doza Vedat Kurt de ku ji ber meaşê xwe xwest kardêr û xebatkaran sê rojan li ser hev diranên wî kişandin û îşkence lê kirin, li 4 sûcdaran 7 sal ceza hat birîn.
'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, anî ziman ku li Girtîgeha Bûrdûrê gardiya ji girtî Îshak Dayan re gotine "Tu yê hêza Tirkan bibînî" û "Em ê te bikujin" û îşkence lê kirine.
Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
Rojbîn Nergîz ku ji ber wêneyê li ser kesekî hatibû îdiakirin endamê rêxistinê hatibû dîtin û hatibû îdiakirin kesa di wênde ew e û ji ber vê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû tawanbarkirin, beraet kir.
Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
Malbata endama YJA-STAR'ê Rojbîn Sonmez ku li herêma Qendîlê jiyana xwe ji dest da, ji bo keça xwe li Amedê mewlûd da.
Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
Li Edliyeya Şirnexê polîsê bi navê Î.Y. piştî doza destjihevberdanê hewl da xwe bikuj
Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
Di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
HSD ku bertek nîşanî dirûşmeyên provakatîf ên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da, xwest ku dawî li zimanê nefretê yê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê berdan.
Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
32'yemîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Konseya Bajêr a Amedê, dê bi rojeva avahiyên bêplan ên li derdora Baxçeyên Hewselê û Pira Dehderî bicive.
Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
Hevşaredarê Miksê Ayvaz Hazir ku ji doza weke hinceta tayînkrina qeyûm hatibû nîşandan beraet bû, ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir.
Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
Şaredariya Agiriyê, tevî 504 milyon deyn jî, di salekê de bi xizmeta xwe rengê bajêr guherand.
Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
Akademîsyen Louis Lemkow diyar kir ku rêgezên di serdema Yekitiya Sovyetan de derketin holê baş bûn lêbelê bi demê re paşde ketine û got: “Lewma jî ez tev li Abdullah Ocalan dibim. Divê pêvajoya aştiyê jî navneteweyî bibe.”
'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakiyê bal kişand ser nirxandinên dawî yên Abdullah Ocalan ên li ser sosyalîzmê û got: "Ew nîqaşên teorîk û siyasî yên nû der barê têkiliya di navbera rêxistinkirina jiyana komunal û sosyalîzmê de pêşniyaz dike û me vedixwîne nîqaşeke nû ya li ser sosyalîzmê."
Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Antalyayê Mahîr Onal, bal kişand ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û got: "Em bawer dikin ku divê dewlet di vê qonaxê de hem gavên siyasî û hem jî yên qanûnî der barê hin guhertinên qanûnî de bavêje."
Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
Wan, Sêrt, Colemêrg û Şirnex jî di nav de Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji ber barînên zêde gelek bajar hişyar kir.