Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin

Polîsan danê sibehê avêt ser ofîsa Buroya Hiqûqê ya Gel a Stenbolê. Parêzer Naîm Emînoglû hat binçavkirin.

Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin

Di bîranîna ku di 122'yemîn hefteya Komkujiya Garê de hat lidarxistin de, Serokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku bersûcên firar ên di dozê de li Sûriyeyê ne û ji bo radestkirina wan tu hewldanek nehatiye kirin û got: "Em ê bi têkoşîna xwe ya edalet û aştiyê li hember şerxwaziya we bi ser bikevin."

Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin

Li gorî lêkolîna SAMER'ê, ji sedî 97.2'yê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin ku Komîsyona Meclisê serdanên xwe yên bo Îmraliyê bidomîne. Ji sedî 87'ê heman koma dengdêran biryara CHP'ê ya neşandina endamekî/ê ji bo serdana Îmraliyê bi awayekî neyînî dîtin.

Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim

Akademîsyenê misrî Mphamed Refaat El-Emam diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û got: “Dixwazim birêz Ocalan di şert û mercên azad de li Rihayê bibînim.”

Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan

Li Amedê ji danê sibehê ve mijeke zêde heye. Ji ber vê mesafeya dîtinê daketiye heya 10 metreyan. Ajovan û welatî ji ber vê zehmetiyê dikişînin.

DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî

DEDAŞ, bi hinceta "xerckirina êm" bi mîlyonan TL ceza li nêzîkî 600 mal û kargehên li gundê Heşêrî yê Qoserê birî. DEDAŞ'ê ku qîma xwe bi vê jî neanî, ceza li ocaxa tenduristiyê ya li gund jî birî.

Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin

Rêveberê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Huseyin Yavîç bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Rewşa girtiyên nexweş divê li benda ATK'ê neyê sekinandin. Nexweşxaneyên zanîngehê û nexweşxaneyên dewletê yên asta sêyemîn jî dikarin der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de biryaran bidin."

Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir

Gelê Ermen ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî Şoreşa Jinan a Rojava mafên xwe yên siyasî û çandî bi dest xistin. Hevserokê Meclisa Ermenan Iyrvend Kesperiyan ku di vê pêvajoyê de kurekî xwe winda kir, got: “Êdî rêz ji bo me tê girtin. Heke em hatibin vê astê, ev bi xêra heval Apo ye. Me, xwe bi felsefeya wî nas kir.”

Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên bi Şandeya DEM Partiyê re, balê dikişîne ser bûyerên di salên dawiyê de di nav civakê de zêde bûne û bang li her kesî dike ku di vî warî de hesas tevbigere.

DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe

Hevberdevka Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê Sevtap Akdagê li ser meşa "Nan û Aştî" ya ku DEM Partî dê ji çar baskan ve bide destpêkirin axivî û got: "Em ê li dijî polîtîkayên aboriyê yên ku xizaniyê mayînde dikin, ber bi Enqereyê ve bimeşin."

Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e

Ji Herêma Xweser a Baskê Parêzer Urko Aiartza Azurtza, bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de û got: "Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetek diyarker e û ji bo rola xwe bilîze divê pêşiya wî bê vekirin, nexwe dê bandorek neyînî çêbike."

ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN

Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan

Bi pêşengiya Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk û GABB'ê, rêveberên polîtîkayên jinan ên di nav şaredariyan de civînek ji bo parvekirina tecrûbeyên xwe yên du salan li dar xistin.

Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

Li Dêrismê bi pileya 4.2 erdhej çêbû.

Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin

Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, rapora xwe ya der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên bajêr de eşkere kirin. Hat destnîşankirin ku şandeyên serbixwe serdana girtîgehan bikin.

< 20 21 22 23 24 > Rupel 22 / 5.358