Iraqê biryara şandina mûçeyan da
Wezareta Darayî ya Iraqê, ragihand ku dê mûçeyên Gulana 2025’an ên karmendên Hêrêma Federe ya Kurdistanê bişîne.
Di mehekî de 71 kes hatin darvekirin
Hate ragihandin ku li Îranê di meha Tîrmehê de 71 kes hatine darvekirin.
Li Sûrê civîna ‘pêvajoyê’: Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû
Hevberdevkên Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Sûrê bi rojnamevanan re civiyan û bal kişandin ser yekitiya di navbera Kurdan de û gotin: “Yekitiya Kurdan dê teşe bide sedsala nû.”
Di cezayê 'axaftina telefonê' de biryara îxlalkirinê
Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku azadiya îfadeyê ya girtiyê nexweş Bekîr Donmez ê ji ber gotinên di dema axaftina bi telefonê de bilêv kir cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn, hatiye binpêkirin.
Li Bazîdê dê konferansa ‘Giringiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan’ bê lidarxistin
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk, dê di 26’ê Tîrmehê de li Bazîdê konferansa “Girîngiya Yekitiya Neteweyî ya Kurdan” li dar bixe.
Herêma Federe ya Kurdistanê dehata xwe ya derveyî petrolê radestî Bexdayê kir
Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê, dehatên xwe yên derveyî petrolê radestî Bexdayê kir.
Têkildarî ‘plana rantparêziyê’ ya li Newala Qesaba doz hate vekirin
Şaxa Odeya Plansazan a Amedê, li dijî plana îmarê ya rantparêziyê ya li Newala Qeseban serî li dadgeha îdarê da.
Bi wêneyê rojnamegera ku hatibû qetilkirin merasîma dîrokî şopand
Rojnameger Ekrem Berekat ku bi wêneyê Cîhan Bîlgîn li Casenê merasîm şopand diyar kir ku ew têkoşîna rojnamevanên hatine qetilkirin didomînin û got, "Wê dixwest heqîqeta rojên wiha dîrokî raxe ber çavan.”
Bûyera ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kir: Divê dîsa 10 sal badilhewa neçe
Pêvajoya çareseriyê ya beriya vê bi hinceta ku li Serêkaniyê 2 polîs hatine kuştin hatibû bi dawîkirin. Mehmet Nacî Yilmaz 32 mehan girtî ma û piştre serbest hat berdan û diyar kir ku divê 10 salên din badilhewa neçe.
Parêzer Atmaca: Guhertina destûra bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pir girîng e
Endamê OHD'ê Veysî Atmaca, diyar kir ku komîsyona dê li Meclisê bê avakirin divê her kes xwedî gotin be û destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêdivî bi guhertina destûra bingehîn heye.
Baroya Rihayê ji bo piştgiriya aştî û çareseriyê dest bi xebatê kir
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, diyar kir ku ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" li bajêr dest bi xebatê kirine û got: "Ji vir û şûn de gavên ku dê bên avêtin diyar in; li ser bingeha welatibûneke wekhev guhertina destûra bingehîn e."
Hevserokê DAD'ê Kete: Şewitandin rêvekirina li ber hebûnên nû ye
Hevserokê DAD'ê Zeynel Kete ku merasîma dîrokî temaşe kir, wateya tunekirina çekan wekî "Şewitandin tê wateya di gerdûneke nû de rêvekirina hebûnên nû" şîrove kir û bang li elewiyan kir ku bibin aliyê pêvajoyê.
Hevdîtinên gel: Divê AKP, MHP û CHP jî ji derdora xwe re vebêjin
Welatiyên beşdarî civînên li Aydinê bûn, destnîşankirin ku pêwîst e hemû derdorên civakê beşdarî pêvajoyê bibin. Guler Eratê anî ziman ku divê AKP, MHP û CHP jî pêvajoyê ji derdora xwe re vebêjin.
Rojnamevan Bayramoglû: Ger hikûmet zemîna demokratîk veke dê pêvajo bimeşe
Rojnamevan Alî Bayramoglû diyar kir ku ji bo kesên ku çekan deynin garantiyên qanûnî pêwîst in û got: "Ger AKP û MHP zemîna demokratîk vekin, pêşketin pêkan e. Lihevhatina civakî jî daxilî vê ye."