Gelê Mexmûrê: Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin welatê xwe
Gelê Mexmûrê ku 736 roj in ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan nobedê digire, got: "Divê dewlet guh bide banga Rêber. Em jiyaneke aram û bi rûmet dixwazin. Em dixwazin bi awayekî birûmet vegerin axa xwe, ne bi teslîmiyetê."
Qeyûm rêya zozanan çênake, gel perîşan bûye
Qeyûm ku rêyên peyayan ên li navçeya Miksê çênake, gel perîşan kiriye. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ku rê bên çêkirin û mexdûriyet ji holê bê rakirin.
Şaredariya Şirnexê ya bi 'dengên veguhêz' hat xespkkirin avê jî nade
Şaredariya Şirnexê ya bi "dengên veguhêz" hat xespkirin, bajêr bê av hiştiye. Dikandaran got: "Şaredariya ku pirsgirêka avê çareser nake, li pey reklamê ye. Madem wê avê nedin me, bila li wir rûnenên."
Fatûreya nexweşîna şapê li sewalvanan tê birîn
Sewalvanên ku bertek nîşanî girtina borseya heywanan dan, gotin ku dewlet tevdîrên pêwîst negirtiye û fatûreyê li sewalvanan bar kiriye.
Serokê Baroya Colemêrgê: Ji bo entegrasyonê qanûna azadiyê divê
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, demildest divê qanûna azadiyê ji meclisê bê derketin.
Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê jiyana xwe ji dest dan
Li Eskîşehîrê 10 karkerên daristanê yên ku mudaxaleyî şewatê kirin, jiyana xwe ji dest dan.
Li Şirnexê civînên gel
“Civînên Aştî û Civaka Demokratîk” ku bi pêşengiya TJA, DBP û DEM Partî destpêkirine li navçeyên Cizîr û Silopiyayê berdewam dikin. Welatiyên tevlî civînê bûn anîn ziman ku aştî yekalî nabe û divê dewlet jî gavan biavêje.
Şîna Bahoz Zerdeşt bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna ku ji bo Bahoz Zerdeşt ê HPG’î li mala malbata wî hate lidarxistin, bi awayeke girseyî hate ziyaretkirin.
Merasîma cenazeyê Emîne Ocak dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin
Merasîma cenazeyê Dayika Şemiyê Emîne Ocakê, sibê dê li Qada Galatasaray bê lidarxistin.
Şîna Vesek û Ertene bi girseyî hate ziyaretkirin
Şîna Abbas Kerîm Vesek û Hacî Ertene yên HPG’î yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Cemîl Bayik: Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser Peymana Lozanê û got: “Kurd ji înkar û îmhayê hatin hebûnê”
Dixwazin lêpirsîna diziya amûrên tibî bigirin
Hate îdiakirin lêpirsîna têkildarî amûrên tibî yên ku bi qamyonan ji Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatibûn derxistin, dixwazin bi têkiliyên siyasî ve bê girtin.
Mîrata dîrokî ya Mêrdînê bi vîlayên 'ekoturîzmê' ve tê talankirin.
Mîrata dîrokî û çandî ya Mêrdînê, Rezên Zinnar, bi vîllayên bêdestûr ên ku ji aliyê sermayedaran ve di bin navê "ekoturîzmê" de hatine çêkirin, tê talankirin. Parêzvanên ekolojiyê hişyariya "karesatê" dan û gotin: "Parastina vê derê berpirsiyariyeke polîtîk e.
Di merasîma li Casenê de biraziyê xwe dît
Heyaf Çakir ku piştî 10 salan biraziyê xwe Mustafa Çakir ku endamê Koma Aştî û Civaka Demokratîk bû û çeka xwe îmha kir dît, got: "Em dixwazin wî li vir di nava siyasetê de bibînin."