ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN

Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn

Li dora bajaroka Atma ya bakurê Sûriyeyê teqînek rû da ku duh jî Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê lê li dar xistibû.

Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn

Ji bo Nûreddîn Sofî, Abdulbakî Babûr û Metîn Arslan ên ku jiyana xwe ji dest dan li avahiya Rêxistina DBP'ê ya Êlihê bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.

Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn

Di çalakiya bîranîna kesên ku li Dîlokê di êrişa bombeyî ya DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan de, endamê Ferît Şenyaşarê DEM Partiyî diyar kir ku divê "Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê" were avakirin da ku kesên bi rastî berpirsiyarên êrişê eşkere bike.

Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?

Dayikên Aştiyê di komîsyona li Meclisê de bal kişandin ser piştgiriya gel a ji bo Abdullah Ocalan û ev pirs kirin: “Gerîla dê li gorî çi dîsa vegerin?”

Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin

Dayikên Şemiyê ku li komîsyona Meclisê lê hate guhdarîkirin, xwestin ji bo lêkolînkirina kesên di bin çavan de hatine windakirin Komîsyona Heqîqetê were avakirin.

Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in

Numan Kurtulmuş, di civîna komîsyonê ku Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê jî tevlibûn de axivî û got: “Êşên me hevpar in.” Kurtulmuş, neyekser be jî Yuksel Arslan ê ji Partiya Îyiyê rexne kir.

Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin

Girtiyê bi navê Cîhan Gokhan ê ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, diyar kir ku ji ber ferzkirina tedawiya bi kelemçe qebûl nakin, tedawiya wan tê astengkirin û got: “Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin."

Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin

Kesê li pêşiya Meclisê wesayîta bi marka “Torosê” şewitandî, bi sedema “Bi zanebûn xetere li ser ewlehiya giştî çêkiriye” hate girtin.

Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû

Nîbel Genç a ku tehliyeya wê ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hatibû astengkirin piştî 31 salan hate tehliyekirin.

Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, kesên di sala 2016'an de li Dîlokê ji hêla DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civîna xwe ya 5’an de li Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê guhdar bike.

Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin

Tehliyeya Mervan Demîrtaş ku 31 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta çalakiyeke nehatiye kirin hate taloqkirin.

Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin ji bo mitînga 23’yê Tebaxê bang kir û got: “Em nêzî azadiyê ne. Di vê qonaxa diyarker de gel dê dîsa berpirsyartiya xwe bicih bîne.”

Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin

Endamê ÎHD’ê Tahîr Saçakli diyar kir ku dê raporên ku di pêvajoyên pevçûnan de amade kirine pêşkeşî komîsyona Meclisê bikin û lazim e di vê pêvajoyê de hemû mijar bên axaftin.

< 138 139 140 141 142 > Rupel 140 / 5.358