Denîz Guzel û Bulent Guneş tehliye bûn
Denîz Guzel piştî 33 salan û Bulent Guneş jî piştî 32 salên di girtîgehê de tehliye bû.
Rêya Dêrsim-Erzinganê ji bo gel veguheriye xetereyeke mezin
Rêya Dêrsim-Erzinganê ku bi mehan e xira bûye û nehatiye çêkirin, li ser jiyana rêwiyan xetereyeke mezin çêdike.
Ayşegul Dogan: Divê komîsyon li Ocalan guhdarî bike
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê li Abdullah Ocalan guhdarî bike.
Bi girseyî çûn taziyeya Huseyîn Suguç
Taziyeya Huseyîn Suguç ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di êrişa DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Wanê xebatên mitîngê navçe bi navçe didomin
Li Wanê ji bo amedekariya mitînga ku dê di roja yekşemê de bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê bi ser bikeve” bê lidarxistin, xebat didomin.
Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
Mehmet Şîrîn Bozçali yê ku piştî 33 salan hate tehliyekirin, li bajarê xwe Edeneyê bi coş hate pêşwazîkirin.
Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
Duran Kalkan, xebatên komîsyona li Meclisê hatiye avakirin nirxand û got: “Divê Rêber Apo jî, şandeya wî jî bibin Meclisê. Divê li Meclisê lê were guhdarîkirin û biqasî pêwîst dike dem jê re were dayin. Tenê dema wiha bû mirov dikare bibêje komîsyon rast û baş xebitiye.”
11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
Nîzamettîn Kabaîş ku nêzî saleke ji bo ronîkirina mirina keça xwe Rojîn Kabaîşê têdikoşe, wiha got: “Dewlet çima ronî nake, ma hêza wê tune ye? Hêza wê heye lê naxwaze ronî bike. Ji ber ku tiliya dewlet, zanîngeh û wargehê tê de heye. Dema em tiştekî ji dozgeriyê dipirsin tiştekî pir cuda dibêje û dikene.”
Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
Dayikên Aştiyê, ji bo bilindkirina dengê aştiyê bang li her kesî kirin ku di roja şemiyê de tev li mitînga “Aştî û Civaka Demokratîk” a li Wanê bibin.
Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
Li Wanê di nava 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê hatin kirin. Berdevka komeleyê Burcu Şeber diyar kir ku xwegihandina edaletê ya jinan tê astengkirin.
Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
Prof. Dr. Dogu Ergîl anî ziman ku ji bo pêvajo pêşve biçe divê sererastkirinên qanûnî bên kirin û wiha got: “Tiştên bi çekê tên xwestin divê bi siyasetê bên pêşwazîkirin û ger wisa be careke din çek nakeve dewreyê.”
DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
DEDAŞ'ê, tevî ku deynê ceryanê yê ji dêya wan a mirî mayî dane jî, 2 jê zarok hemû endamên malbata Adle Ketbogayê, da ber îcrayê.
Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
Wezareta Perwerdehiyê ku deriyên xwe ji bo semînerên "Ciwan û Pêşerojeke Ewle" yên ku ji hêla Midûriyeta Polîsan ve di çarçoveya çalakiyên propaganda û sîxûriyê de tên lidarxistin vekir, ragihand ku wan bi vê projeyê re li Şirnexê xwe gihandiye 3 hezar û 977 xwendekaran.
Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
Xwişka Gulistan Tara, Dîcle Erdemê diyar kir ku xwişka wê jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê terxan kiriye û got: "Peyrewên Gulistan Tara dê tu carî dev ji doza wê, têkoşîna wê û rastiyên ku wê parastiye bernedin. Hemû hevalên wê dê ala ku wê li pey xwe hiştiye bi awayekî baş bilind bikin."
Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
Parêzer Mehmet Sonmez diyar kir ku ji ber nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandiye, rêveberiya girtîgehê li dijî muwekîla wî Hîbe Elhalîl El Muslumê lêpirsîn daye destpêkirin û dema ku ew birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin. Sonmez her wiha got ku wan giliyê kesên têkildar kiriye.