Zilamê ku Pinar Bayrakê kuştibû hate girtin
Ziya Ecer ê li Mêrsînê bi rêbaza îşkenceyê hevjîna xwe Pinar Bayrak qetil kiribû, hate girtin.
Jinek li Mêrsînê hate kuştin
Li Mêrsînê Pinar Bayrak ji aliyê hevjînê xwe Ziya Ecer ve hate qetilkirin.
‘Em hewl didin jinan bêhtir tev li hemû qadên jiyanê bikin’
Hevşaredarên jin ên DEM Partiyî yên tev li komxebata li Wanê bûn, diyar kirin ku ji bo vekirina saziyên jinan ketine nava liv û tevgerê. Hevşaredaran gotin ku ew bi xebatên xwe hewl didin jinan daxilî hemû qadên jiyanê bikin.
‘Êrişên li ser kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet e'
Li Amedê jinan diyar kir ku êrişên li ser zimanê kurdî û çanda kurdî parçeyeke polîtîkaya şerê taybet in û xwestin li dijî vê zilmê bertek bên nîşandan.
Meclisa Jinan: Li Şengalê yekitiya gelan hedef girtin
Meclisa Jinan a DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya salvegera Komkujiya Êzdiyan de daye anî ziman ku ya li Şengalê hatiye hedeftirtin, yekitiya gelan bû û bal kişand ser têkoşîna hevpar.
TJA’yê ji serokkomarê Iraqê re name şand
TJA’yê bi daxwaza naskirina qirkirina DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk anî, ji serokkomarê Iraqê re nameyek şand.
‘Bila 3’yê Tebaxê bibe Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’
Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Şengalê daxuyanî da û xwest ku 3’yê Tebaxê weke “Roja Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî” were ragihandin.
Li benda rizgarkirina keça xwe ya di destê DAIŞ'ê de ye
Sual Seyfo Xelef ya ku esîr ket û di sala 2019'an de ji Qampa Holê hat rizgarkirin, niha li benda rizgarkirina keça xwe ya 12 salî ye.
NADA piştgirî da kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’
NADA bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên li Îranê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî hatine birîn da û piştgirî da kampanyaya “Ji darvekirinê re na, jiyana azad re erê”.
Hevşaredarên jin civiyan: Em xwe ji feraseta desthilatparêz biparêzin
Hevşaredarên jinên DEM Partiyî li Wanê civiyan. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Îktîdar, nexweşiyeke belav dibe ye. Em, ji bo nûnertiya gel li wir in. Divê em xwe ji vê feraseta desthilatparêz biparêzin.”
Jinên DEM Partiyî wê ji bo azadî û wekheviyê li qadan bin
Endama MYK'ê Semîha Şahîn ku têkildarî kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin" a Meclisa Jinan a DEM Partiyê daye destpêkirin axivî, diyar kir ku ew ê li her derê daxwazên jinan ên wekhevî û azadiyê bînin ziman û dest ji van daxwazan bernedin.
Li Îzmîrê destdirêjî: Qereqolê guh lê nekir, ew tawanbar kir
Li navçeya Bornovayê qereqolê îfadeya C.K. ya ajovanê texsiyê Emre Û. dest dirêjî wê kir nehat girtin û li Qereqola Încîraltiyê jî hat tawanbarkirin û biçûkxistin. Piştî gilîkirinê çendî delîlên berbiçav hene jî kiryar nehat girtin û bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.
Jinên kurd ên li Ewropayê di 3’yê tebaxê de dadikevin qadan
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê û Sîwana Meclisa Jinên Êzidî dê di 3’yê tebaxê de li gelek navendên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê” dakevin qadan.
Şandeya DEM Partiyê çû serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê
Şandeya jinan a TJA, DEM Partî û HDP’ê li başûrê Kurdistanê çûn serdana Yekitiya Jinên Kurdistanê.
Ji jinan konferansa ‘em rêxistin dibin’: Ji bo aştiyê divê tecrît rabe
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Wanê ku bi dirûşmeya “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, em bi rêxistin in” konferansek li dar xist, peyama biryardariya xwe ya berfirehkirina têkoşînê ya li dijî feraseta zilam-dewletê û rêxistinkirina zêdetir da.