Li pêşiya mala Bayrak a hatiye qetilkirin bang kirin: Em bêçare nînin
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di şîna Pinar Bayrak ku hatibû qetilkirin de axivî û wiha got: “Em bêçare nînin. Em ne mecbûrên malbatê ne jî mecbûrî zilam in.”
Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta “Karektera şerê li dijî jinan” derket.
Li Stenbolê hevdîtina jinan: Em tecrîd û koletiyê red dikin
Di civîna jinan a bi pêşengiya TJA'yê hat lidarxistin de, polîtîkayên tecrîdê hatin gengeşekirin.
Li Îranê êrişî girtiyên siyasî hate kirin
Girtiyên jin ên di Girtîgeha Evîn a Tehranê de ku bi êşkenceyê navûdeng e, darvekirinan protesto kirin. Hat ragihandin ku di êrîşa li dijî girtiyên siyasî hatiye kirin de Werîşe Muradî birîndar bûye.
Teşhîrkirina bedena Elturk nehat cezakirin
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku teşhîrkirina bedena Kevser Elturk nehate cezakirin û wiha got: “Xwestin bi tiştên serê bedena Elturk anîn peyamê bidin gel. Lê tevgera jinan a kurd hîn bêhtir çalak bû.”
Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Armanca kampanyayê rêxistinbûyîna jinê ye
Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê Sema Koçê bilêv kir ku ew bi kampanyaya "Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in, em xwe birêxistin dikin" armanc dikin ku rêxistinbûynê zêde bikin û got: "Wê tu tax nemîne ku em ê neçinê. Em ê bêtir xwe bi rêxistin bikin."
Mor Çatiyê rapora ‘jinên penaber’ ji NY’ê re şand
Mor Çatiyê ji Komîteya Parastina Mafên Karkerên Penaber û Ferdên Malbata Wan a NY’ê re rapora “Li Tirkiyeyê jinên penaber û tundiya li dijî wan” şand. Di raporê de pirsgirêkên penaberên jin hatin vegotin û gotin ku divê Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê.
Bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girt jiyanek nû ava kir
Hanîfe Guzel diyar kir ku ew hê zarok bûye hatiye zewicandin, hevjînê wê tundiya sîstematîk lê kiriye û wê bi hêza ku ji paradîgmaya azadîxwaz a jinan girtiye li dijî feodalîzmê jiyanek nû hûnandiye.
Ji Komeleya Dema Jinan çalakiya atolyeya mûman
Çalakiya ku ji aliyê Komeleya Dema Jinan ve bi dirûşma "Em li atolyeya mûmê hev nas dikin" hat lidarxistin ji aliyê jinan ve eleqeyeke mezin dît û wêneyên rengîn derketin holê.
Li Peyasê 'Civîna Kedê ya Jinan' hat lidarxistin
Şaredariya Peyasê Civîna Keda Jinan li dar xist. Di civînê de peyama ku dê projeyên jinan pêk werin hat dayîn.
MKG: Rojnamegerên jin di dorpêça darazê de ne
MKG'ê rapora binpêkirinên meha tîrmehê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku darizandina 23 jinan didome û binpêkirin di tîrmehê de jî domiyan.
Li Şirnexê Konferansa Jinan hat lidarxistin
Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Şirnexê di Konferansa Jinê de bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinkirî.
Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha tîrmehê ya JINNEWS’ê; 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin û 22 jin û 2 zarokan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Mûtlû: Wê têkoşîna ji bo hevserokatiyê netew-dewletê bihejîne
Endamê DEM Partiyê Yuksel Mûtlû ku pergala “hevserokatiyê” ya paradîgmaya tevgera siyasî ya gelê kurd e nirxand û got: “Pêwîst e mirov xwe ji kodên dewletparêziyê dawerivîne. Pergala hevserokatiyê, jehrkujiya vê ye. Hevserokatî, berhema xebata kolektîf a jin û mêr e. Ev, kolektîfîzm û komunê pêş dixe."
Werîşe Muradî dadgehê protesto kir û beşdarî danişînê nebû
Endama KJAR'ê Werîşe Muradî ya ku parastina xwe ji raya giştî re ragihand diyar kir ku ew ji bo şermezarkirina cezayên darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî hatiye birîn, beşdarî danişîna duyemîn a 4'ê tebaxê nebûye.