Li Silopiyayê tundiya mêr: Jina ducanî pitika xwe winda kir
Li Silopiyayê jineke ducanî rastî tundiya xezûrê xwe hat û ji ber êrişê ji cêwiyên xwe yek jê winda kir.
Encamnameya hevdîtina ‘Bîr û Edaletê’: Divê dewlet gavan biavêje
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Heseyîn Kuçukbalaban têkildarî konferansa “Rêya Diçe Aştiyê: Bîr û Edalet”ê de axivî û bang li dewletê kir ku gavan biavêje û operasyonên leşkerî bide sekinandin.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur: Jinên Kurd dê di avakirina yekitî û civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd a Bakur encamnameya 3’yemîn konferansa xwe aşkera kir û got: “Yekitiya neteweyî, têkoşîna çand û zimên, parastina jiyana azad û pêşengtiya jinan a di avakirina aştiyê de hîmên bingehîn yên vê serdemê ne. jin dê di avakirina civaka demokratîk de roleke sereke bilîzin.”
Hejmara nû ya kovara Jinê derket
Hejmara nû ya kovara jinê bi manşeta “Çanda Tecawizê: Tundiya dîrokî ya serdestiya mêr” hate weşandin.
Jinên Elewî ji bo aştiyê civiyan
Meclisa Jinan a DAD’ê ya li Îzmîrê, hevdîtina bi sernava “Jinên Elewî aştiyê diaxivin” li dar xist. Di hevdîtinê de Kadriya Dogan got: “Belê dê jin sedsala 21’mîn ava bikin.”
Li Amedê 3'emîn Konferansa Jinan destpê kir
Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê 3'emîn Konferansa Platforma Jinên Kurd pêk tîne.
Li Licê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin
Li navçeya Licê ya Amedê li dijî mirinên biguman ên jin û zarokan meş hat lidarxistin û banga girtina faîlan hate kirin.
MKG: Bila rojnameger Sevda Erkilinç were berdan
MKG’ê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç daxuyanî da û xwest were berdan.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê li Amedê konferansê li dar bixe
Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê di 21-22’yê Hezîranê de li Amedê bi rojeva yekitiya jinên Kurd 3’yemîn Konferansa Jinên Kurd li dar bixe.
Li Wanê jin li dijî tundiyê bi hev re têdikoşin
“Platforma Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê” ya li Wanê hatiye avakirin, dest bi xebatên xwe kir. Jinan, diyar kirin ku armanca wan ew e ku li dijî tundiyê bi hev re têbikoşin û mekanîzmayên pêşîlêgirtinê pêş bixin û gotin: “Em ê zorê li saziyan jî bikin ku di vê mijarê de bixebitin.”
Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
Dayika Aştiyê Latîfe Dag ku demekî dirêj bû pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, jiyana xwe ji dest da.
MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
MKG dê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hate girtin û nexweş e, dê banga piştevaniyê bike.
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku dê cara ewil ji hêla MKG’ê ve bê lidarxistin, dest pê kirin. Serlêdan dê di çar beşan de bên kirin û serlêder dikarin heta 17’ê Hezîranê-28’ê Îlonê serlêdanên xwe bikin.
27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
Zennûre Yuce ku keça wê Sema Yuce li dijî zextên ser gelê Kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitandibû, diyar kir ku keça wê baş dibû lê li nexweşxaneyê hatiye qetilkirin.
Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
Fehîme Poyraz ku keça wê Denîz Poyraz 4 sal berê li Îzmîrê hatibû qetilkirin, got: “Min şehîdek da, min Denîzek da. Lê niha dê bi hezaran Denîz bên dinyayê.”