Li Ceyhanê jinek hate kuştin
i navçeya Ceyhanê jina bi navê Sebahat Atabey ji aliyê tiyê wê Eyup Atabey ve hate kuştin.
Mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin
Kampanyaya Azadî ji bo Girtiya Siyasî ya Kurd Werîşe Muradî, ragihand ku mafê tedawiyê yê Werîşe Muradî tê astengkirin û xetere li ser jiyana wê heye.
Jinan ji bo mihrîcana Gimgimê bang kir
TJA'yiyan ji bo mihrîcana jinan ku dê li Gimgimê bi şîara "Bi jina azad, xweza û çandê re ber bi civaka demokratîk ve" bê lidarxistin, banga tevlibûnê kirin û got: "Em, xweza û pêşeroja xwe bi hev re ava bikin."
MKG’ê ji bo Zeynep Durgut daxuyanî da: Em bi wê re ne
MKG’ê têkildarî rojnameger Zeynep Durtut ku gef lê hatibûn xwarin daxuyanî da û got: “Li dijî vê zîhniyetê em bi Zeynepê re ne.”
Emîne Ocak li nexweşxaneyê hate ziyaretkirin
Dayika Şemiyê Emîne Ocak krîza dil derbas kir û di 20’ê Hezîranê de rakirin beşa lênihêrîna awarte. ÎHD û TÎHV çûn serdana Emîne Ocakê ku xetereya li ser jiyana wê didome.
Daxwaza girtina endamên çeteya fihûşê hate redkirin
Zaroka ku bi darê zorê fihûş lê hatiye ferzkirin, di danişîna doza çeteya fihûşê ya li Şirnexê de axivî û got: “Bi çekan gef li min dixwazin û bi min didan kirin. Li ser daxwaza Kenan Tatar, Remzî ez birim cihê çawişên pispor.” Dadgehê, daxwaza girtinê ya endamên koma çeteyê red kir.
Li Şirnexê sûcê zayendî yê li dijî zarokan: Ne tenê meseleyeke edlî, meseleyeke polîtîke jî
Li Şirnexê di 3 mehan de li dijî 5 zarokan sûcê îstîsmara zayendî hate kirin. Ji Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr got: “Heta ku daraz piştgiriya faîlan bike, dê îstîsmar ne tenê bûyereke îstîsmarê lê di heman demê de meseleyeke polîtîk be.”
Li Wanê jinan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
Platforma Jinan a Wanê bi daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.
Şaredariya Sûrê Meclisa Jinan ava kir
Şaredariya Sûrê bi daxuyaniyekê avakirina Meclisa Jinan ragihand.
Mulkiye Bîrtane: Jin dê dîplomasiya yekitiyê bimeşînin
Ji Platforma Yeklitiya Jinên Kurd Mulkiye Bîrtane ku tev li konferansê bûbû, wiha got: "Aştiya herî mezin ji ewil nav xwe tê kirin. Ev jî dê bibe dîplomasiyeke ku yekitiyê esas digire. Jin dê dîplomasiya vê bimeşînin."
Banga Dayika Aştiyê: Divê jin Serok bibînin
Hanîfe Budak ku hevjînê wê Mûstafa Budak di Komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabû, wiha got: "Di serî de Dayikên Aştiyê, divê dayik bikarin biçin Îmraliyê û bi Serok re hevdîtinê bikin."
Polîtîkayên necezakirinê cînayetên jinan zêde dikin
Jinên Liceyî diyar kirin ku sedema tundî û cînayetên jinan polîtîkaya necezakirinê ya dewletê ye û got: “Ji deriyekî dixin hundir, ji deriyê din derdixin. Ev çerx jî bi xwe re sûc diafirîne.”
Têkildarî Gulîzar Yildiz daxuyanî hate dayin
Baroya Şirnexê, têkildarî Gulîzar Yildiz a hatibû qetilkirin daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo cezayê herî giran li kujer bê birîn dê têbikoşin.
Kujerê Gulîzer Yildizê hate girtin
Remzî Kayaalp ê ku li Silopiyayê Gulîzer Yildiz qetil kiribû, hate girtin.
Di konferansa Yekitiya Jinên Kurd de ‘Sekreterya yekitiya jinan’ hate avakirin
Endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Saliha Ayata, Konferansa Yekitiya Jinan nirxand û diyar kir ku di konferansê de ji bo yekitiya jinan sekreteryayek hatiye avakirin.