Li Wanê kuştina biguman a jinekê
Li Wanê kuştina biguman a jinekê

Jina bi navê Rabîa Bîlgîn li navçeya Artemêtanê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.

Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir
Mêran li Stenbol, Îzmîr û Samsûnê tundî li jinê kir

Mêran li Stenbol, Îzmir û Samsûnê tundî li jinan kirin. Di bûyerên tundiyê de mêran bi tundiyê tecawizî 2 jinan kirin û 4 jin birîndar kirin.

Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir
Meclîsa Jinan a HDP’ê serdana jinên ku tûtinê datînin kir

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya “Ji Xizaniya Jinan Re Na” li Bajaroka Bûlam a Çêlikanê bi jinên ku tûtinê datînin re hatin gel hev. Berdevka Meclîsê Ayşe Acar Başaran got: “Navê xizaniyê bûye navê jinan."

CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin
CFWIJ: Di meha Gulanê de tundî li 70 rojnamevanên jin hat kirin

Li gorî rapora azadiya çapemeniyê ya Koalîsyona Jinê ya di Rojnamevaniyê de ya meha gulanê, 70 jinên rojnamevan rastî tundî û tacîzê hatine.

Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê
Komeleya Starê piştgirî da jinên gundê Şêxanê

Komeleya Jinan a Starê, têkildarî jinên ku li dijî talankirina xwezayê li ber xwe didin peyamek weşand û wiha got: “Em ê heta dawiyê li rex jinên ku av, ax û qadên jiyana xwe diparêzin bin.”

Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket
Hejmara Newaya Jin a meha Hezîranê derket

Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin bi manşeta "Şerê hebûnekê bi Zîlanî" derket

Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da
Li navçeya Rezan zilamekî li jinekê da

Li navçeya Rezan, zilamekî êrişî jina bi navê Kubra E. kir. Kubra E. rapora lêdanê girt û giliya zilamê êrişkar kir.

Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket

Hejmara 15’emîn a pêveka jinê ya Yenî Yaşamê bi berga “Patriyarka jî, kapîtalîzm jî, kedê dixwin” derket.

Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine
Xizaniya Jinê: Li welatê nan jinan hewceyî nan kirine

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran ku li Rihayê bi kedkarên jin re hevdîtin kirin, diyar kir ku jinên bi salan e li dijî pirsgirêkan têdikoşin êdî hêviyek wan ji desthilatê nemaye û ev tişt got: “Ev xaka weke welatê nan tê zanîn jin lê hewceyî nan hatine kirine.”

Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane
Li Mêrsînê di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li ÎHD'ê dane

Endama Komîsyona Jinan a ÎHD'a Mêrsînê Zeynep Benlî, diyar kir ku di salekê de 50 jin ji ber binpêkirina mafan serî li komeleyê dane û di warê hiqûqî de alîkariya wan kirine.

Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak
Rêveberiya Aboriya Jinan: Şoreşa aboriya jinan ji cîhanê re bûye mînak

Ji Rêveberiya Aboriya Jinan a Giştî Armanc Mihemed, diyar kir ku li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyeyê jinan bi şoreşê re aboriya serbixwe ava kirine û ev ji cîhanê re bûye mînak.

Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn
Di kuştina Ayşe Tûba Arslan de bêhiqûqiya 24’emîn

Parêzer Pinar Çelîk Arpaci, ya ku bal kişand ser têkoşîna hiqûqî ya li dijî kuştinên jinan û pêkanînên du standartiya darazê, wiha got: “Ayşe Tûba cara 24’emîn çû ber deriyê edliyê serlêdan kir. Ez banga xwedî derketina dozê li raya giştî dikim.”

Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede
Kerestecîoglû: Heya xizaniya jinê neqede wê têkoşîn jî neqede

Parlementera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû ku di nav bernameya "Ji Xizaniya Jinê Re Na" ya Meclîsa Jinan a HDP'ê de cih digire, destnîşan kir ku sedema herî girîng a xizaniya jinê newekheviya zayenda civakî ye û got: "Heya xizaniya jinê neqede, dê têkoşîn jî neqede."

Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin
Dozger xwest cezayê kujerê Tuba Arslan bê daxistin

Ayşe Tuba Aslan 23 caran serî li rayedarên dewletê dabû û alîkariya parastinê xwestibû. Lê ji ber rayedaran Aslan neparast, Yalçin Ozalpay ew kuştibû. 1'emîn danişîna doza Arslan li Edliyeya Herêmê ya Enqereyê hat dîtin. Dozgerê Dadgeha Îstînafê di danişina dozê de xwest cezayê kujerê Aslan, Yalçin Ozalpay bê daxistin.

Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn
Jinek hat kuştin, du jin jî birîndar bûn

Li Sêwazê derket holê ku Fatma Oz a 40 roj in winda ye ji aliyê Bahrî M. ve hatiye kuştin. Li Kirikkaleyê jî du dayik û keça xwe ji tundiya zilam birîndar bûn.

< 235 236 237 238 239 > Rupel 237 / 395