Jinên ji çalakiya Peymana Stenbolê tên darizandin parastina xwe nekirin
33 jinên ji bo xwedî li Peymana Stenbolê derketin tên darizandin, ji ber parêzer û hevalên wan beriya danişînê bi tundiya polîsan ve rûbirû man şermezar kirin û parastinê nekirin. Danişîn hat taloqkirin.
Doza 33 jinan bi lêdan û binçavkirinê dest pê kir
Doza ku ji ber dijderketina wan a derketina ji Peymana Stenbolê li 33 jinan hatibû vekirin, bi mudaxaleya polisan dest pê kir. Polisan, gelek jinan binçav kirin û li rojnamegeran dan.
Li Kirikkale û Samsûnê du jin hatin kuştin
Li Kirikkaleyê Hacar Başkaya û li Samsûnê jî Emel Duzgun ji aliyên hevjînên xwe ve hatin kuştin.
Prz. Agirer: Baweriya civakê bi edaletê nema ye
Cîgira Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê Prz. Gulnîhal Agirer, anî ziman ku li Tirkiyeyê baweriya piraniya civakê bi edaletê nemaye û wiha got: “Ji ber vê yekê parvekirinên Ezgî Mola rexneya li pergalê ye."
Jin li Kooperatîfa Hayat Agaciyê hildiberînin
Jinên di bin banê Kooperatîfa Hayat Agaciyê de li hev kom bûne, hem di warê zayenda civakî de perwerdehiyê didin hem jî berên hildiberînin li çarşî û bazaran difiroşin.
‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin, serî hildidin’
Jinên ku li dijî feskirina Peymana Stenbolê daxuyanî dan, wiha gotin: “Em serî hildidin, dîroka zilaman nivîsandiye ser û bin dikin û dest ji peymanê bernadin.”
Du jin yek daxwaz: Edalet
Rêyên Dîlek Kaya ya ku di Komkujiya Pirsûsê de bavê wê hatibû qetilkirin û Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê de winda kiribûn, di têkoşîna “edaletê” de gihiştin hev. Du jin, bi du zimanên cuda heman daxwazî dikin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê: Herî zêde jin li dijî şer têdikoşin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku her diçe sûcê îqtîdarê yên li dijî jinê zêdetir dibin û wiha got: "Li dijî polîtîkayên şer û tundiyê herî zêde jin têdikoşin. Herî zêde jin muxalefetiyê dikin." Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê bi şer û kaosê li ser piya ye. Di bingeha şer û kaosê de dijminatiya li dijî kurdan û jinan heye."
Di Gulanê de 25 jin hat kuştin
Li gorî daneyên Jinnewsê kom kir, di meha Gulanê de 25 jin û 6 zarok hatin kuştin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê ji 20'ê adarê heta 20'ê gulanê 44 jin hatin kuştin.
Jinên rojê bi 80 tl karê binkolê dikin, nikarin fatûrayên xwe bidin
Jinên ku li navçeya Torbaliyê ya Îzmîrê rojê bi 80 lirayî di bin germa havînê de karê binkolê dikin, nikarin kirê û fatûrayên xwe bidin.
TJA û HDP bi jinan re hatin gelhev
TJA û endamên Meclisa Jinan a HDP’ê li navçeya Rezan bi dayikan re hatin gelhev û qurnefîl li wan belav kirin.
Ji girtîgehê bi destûr derket, li dayika xwe da
Zilamê bi navê O.S. ê li navçeya Îlkadimê ji girtîgehê bi destûr derket, tundî li dayika xwe kir.
Di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin
Li gorî rapora tundiyê KCDP’ê di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin û 20 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Bersûcê cînayetê xwest zarokên wî ji ewladiyê bên redkirin
Hasîp Akbûlût ê li navçeya Bismilê hevjîna xwe Mûhterem Akbûlût qetil kir, piştî ku zarokên wî li dijî wî îfade dan, îdia kir ku zarok ne ji wî ne û xwest testa wan a DNA’yê bê kirin.
Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê: ‘Rûspî’ dixwazin ser bûyera êrişa zayendî bigirin
Meclîsa Jinan a HDP’a Colemêrgê diyar kir ku “rûspî” dixwazin ser bûyera êrişa zayendî ya li navçeya Rûbarokê li hember zaroka 4 salî pêk hatibû bigirin û ew ê dozê bişopînin.