Li Enqereyê jin xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin: Jin wê li Qada Tandoganê bin
Jinan ji bo Mitînga 8’ê Adarê zend û bendên xwe girê dane û ragihandin dê di 6’ê Adarê de li Meydana Tandoganê mitîngê li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.
Li Uşakê jinek hat qetilkirin
Kesê bi navê Onder Bûlût li Uşakê hevjîna xwe Nazîfe Bûlût qetil kir.
Jinên Rihayî: Em azadiya birêz Ocalan dixwazin
Jinên Rihayî ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin, anîn ziman ku komplo ne gihiştiye armanca xwe û xwestin ku Ocalan azad bibe.
Jinan bernameya xwe ya 8’ê Adarê aşkera kir
Jinên FKF’î, Tevgera Jinên Sosyalîst, Komeleya Jinên Pêşverû û Meclisên Jinan bi daxuyaniyeke hevpar starta bernameya xwe ya 8’ê Adarê dan.
Dosyayên doza çeteya fuhûşê hatin dizîn
Li Mîlas a Muglayê komeke çete bi îlanên sexte yên kar re gelek jin neçarî fuhûşê dikirin. Jina bi navê S.F.Y. jî endamên vê çeteyê derhî kiribû û doz vekiribû. Hat zanîn ku diz ketin mala Y. û dosyayên dozê dizîn.
Onûr Meydan ku dest dirêjî jineke ciwan kiribû hate girtin
Kesê bi navê Onûr Meydan ku li Aydinê jineke 19 salî bi darê zorê revand, îşkence kir û destdirêjî lê kiribû, hate girtin.
Mîhrîcana Lîstikên Jinan dest pê dike
Duyemîn Mîhrîcana Lîstikên Jinan wê di 15-19’ê Sibatê de were li dar xistin. Berpirsyarên ku mîhrîcanê amade dikin, diyar kirin ku armanca wan ewe ku ji eniya hunerê ve mijarên jinan ronî bikin.
Li Îranê 33 roj in agahî ji jinekê nayê girtin
Hat zanîn ku 33 roj in agahî ji Saba Sefidi ya li Tahranê hat binçavkirin û pişt re hat girtin, nayê girtin.
Dayika girtî Dînç: Ger edalet hebûna dê ev qas zilm li kurdan nehata kirin
Hanim Dînç, dayika girtî Mazlûm Dînç, bal kişand ser bêhiqûqîtiyên li hemberî kurdan û destnîşan kir ku ev bêhiqûqîtî niha li girtîgehan bi binpêkirinên mafan didomin.
Rewşa girtiya nexweş Acar giran dibe: Bila bes cenaze ji girtîgehan derkevin
Rismiye Acar, dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar, diyar kir ku rewşa keça wê giran dibe û got: "Li gorî xwe dermanan didin wan. Ne bijîşk, girtîgeh bi xwe dide wan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin."
Rewşa jina ku bi awayekî biguman ji bilindahiyê ketibû, ber bi başiyê ve diçe
Rewşa Yelîz Balkaş a bi awayekî biguman ji qata 5’emîn a avahiya mala xwe ya li navçeya Peyasê kete xwarê, ber bi başiyê ve diçe.
Çalakgera nobeda edaletê: Ez ê heya dawiyê têbikoşim
Dilşah Alkan ku bi salan e li dijî polîtîkayên çewisandinê yên dewletê têdikoşe, niha jî ji bo hevjînê wê yê girtî û nexweş Îbrahîm Alkan bê berdan di Nobeda Edaletê de ye. Alkan got: "Heya edalet pêk bê wê çalakiya xwe bidomînin."
Başaran: Dê jin dawiya vê desthilatdariyê bînin
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku siyaseta şer a AKP-MHP’ê rê li ber xizanî, alozî û tundiya li ser jinê vekiriye û wiha got: “Dê jin, dawiyê li vê desthilatiyê bînin û zîhniyeta wan dersînor bikin.”
Jina ku ji qata 5’an kete xwarê bi giranî birîndar bû
Li navçeya Peyasê hat îdiakirin ku Yelîz Balkaş ji qata 5’an a avahiyê ve ketiye xwarê û bi giranî birîndar bûye.
Jinên HDP'î: Em ê di civaka biexlaq û polîtîk de israr bikin
Jinên HDP'î bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê û destnîşan kirin ku dê li dijî vê rizandinê di civakeke biexlaq û polîtîk de israr bikin.